Ne “erê” ne “na” boykot a herê kurdî ye!
Kurd divê beşdarî referandûma ku ji bo selameta Tirkiyê pêk tê nebin; nebin ji ber ku tirk û Tirkiye wê bi vê referandûmê bêhtir mezin, bilind û bi hêz bibin; û zemên jî her tim şanî me daye ku çi roja tirk û Tirkiye mezin, bilind û bi hêz bûne, kurd û Kurdistan jî ewqasî piçûk, nizim û çîçelaskî bûne! Di demokretîzekirina Tirkiyê û demokratkirina tirkan de cihê kurd û Kurdistanê tuneye. Tirk biqasî bibin demokrat wê ewqasî jî karibin kurdan bi xwe ve girêbidin û wan bihilînin. Tirk tu carî nabin wek mirov, mirov dikin wek xwe. Li derdora 150 salî ye ku tirk bi civatî bi ewrupiyan di nava tevgerê de ne, lê tu carî jî nebûn wek ewrupiyan, gelek ewrupî kirin wek xwe û li dijî kurdan bi karanîn.
Didome >>>> »
Hinekî giran be!
Şivan Perwerê ku heger ne ji tirsa ”havalan” baya ji zû de wî jî wê mîna hin ronakbîrên me ên li ber a xwe û bi ser de jî pivikî, bi navên tiştik miştikên kulturî keda kurdayetiya xwe bi rêya TRT6ê bazarî tirkan kiriba û dest bi pevxistina programa di kûra xwelîseriyê de kiribaya, di rojnameyên tirkan de dîsa bi qîjewîj xweztiye ku çima naçe Tirkiyê û bakurê Kurdistanê.
Didome >>>> »
Baş lê binerin heger naşibe yamyaman!
Ev kesê ku hûn wî di şibhê yamyaman de dibînin polîsekî hikûmeta bajarê Hewlêrê ye. Vî yamyamî li ser daxwaza fermandarên hikûmeta xwe a ku nikarin bi biryarekê mehra ereban ji ser xwe hilînin û ha ha biryara kujtina kûçikan didin, di hindurê 7 mehan de tam 668 kuçik kujtine. Û hîn jî ha ha dikuje. Ha, divê em bibêjin ku navê vî yamyamî jî Mûhemmed Ezîz e! Îcar ku navê wî Yezdan ba, yanî Xwedê ba, wê çiqas kujtibana gelo?
Didome >>>> »
Ji xwendegehên tirkî re “erê” lê ji ên kurmancî re “na!”
Barzanî û telebaniyên ku ji roja pêşî de li ser tiştê herî piçûk jî li hev ne dikirin û di dijberiya zimanê kurmancî de wek tirk û ereban her tim bi hev re mitefiq bûn, vê carê jî destûra ku Fethullah Gulen li Helepçeyê kolêjeke tirkî veke dan. Bi vekirina vê kolejê re hejmara xwendegehên tirkan dibin 20.
Didome >>>> »
Heta ku gundên tirkan jî nebin bi mayin gundên kurdan ji mayinan xalî nabin!
Bav û bapîr dibêjin “çov ji jov vedigere!” Bav û bapîran pir rast gotine: Di hindurê van 200 salên derbasbûyî de tu labratowara aşitî, biratî, ometî û mirovatiyê nema ku doza miletê kurd tê re derbas ne bûye; û di dawiyê de jî hatiye xuyakirin ku doz heger ne bi devê tivingê be wê tu carî safî nebe. Labratowaran dane zanîn ku doza kurdan di nav lapûşkên misilmanan de mîna rês li hev geriyaye û heta ku ew lapûşk jê nebin wê doz safî nebe, weh!
Didome >>>> »
Piştî “heval” Sebrî, “heval” Elî jî bû mehmetçîk!

Elî Sapanê ku di wextekî de bûbû zilamê birêz Ocalanê tam tirsonek û ewqasî jî kurdxayin û Ocalan jî ew demeke dûdirêj kiribû berpirsyarê şebekeya xwe a Ewrupayê, di dawiyê de ew jî mîna Sebrî Ok bû piyade mehmetçîk .
Didome >>>> »
Siyasetgerê ku gîsinê di çavê xwe de nabîne lê şûjina di çavê xelkê de dibîne!
Bi rastî hîç ji dilê min nedihat ku min di vê malperê de dosya Kemal Burkay jî vekira. Ji xwe wek dosya min hîn tam biryara xwe jî nedaye; nedaye dibêjim ew jî ji ber ku gotarên wî ên siyasî wî bi haweyekî pir vekirî didin dest. Her kes û kûsên ku hema piçekî hayê wan ji siyastê hebe dema li gotarên wî ên bi nav salan ketî nerî, bi hêsanî wê bibînin ku Burkay siyasetgerekî qelqilî û ewqasî jî heyranê kemalîzmê ye.
Didome >>>> »
Gelo Kemal Burkay ji bo çi destek dida serokê Ergenekonê Necdet Sezer?

Wek ku tê zanîn û dîsa hatiye ji bîrkirin, serokê PSKê ê 20-30 salekî Kemal Burkay, li ser hilbijartina serokkomarê Tirkiyê û serekê Ergenekonê Necdet Sezer demekê baş qelema xwe bi kar anîbû…
Bi rastî çi bû ku van bi navê agirbesê dîsa newqa xwe ji mehmetçîkan re vekirin?
Endamên Konseya PKKa KCKa ku ji tirsa mehmetçîkan navên kurdî ji ser hemû tiştik miştikên xwe rakirin û ji bo ku xwe têxin çavên dewleta tirkên teres di şûna wan de heta bi navên gerîlayên xwe jî bi tirkî nivîsandin, dîsa wek her tim çend tiving li vir û wir teqandin, baş henekê xwe bi kurdan kirin û dîsa bi çend gotonên şolî li ser teriya xwe rûnişt.
Gerîlayan vê carê jî karekî lewitî kirin!
Gerîlayên ku dane dû Konseya KCKa ku bûye sembola teslîmiyetê û ji tirsa mehmetçîkan ji sînorê Kurdistanê ê bi ser Tirkiyê ve û wir ve newêrin gavê biavêjin û li dijî xelk û melk û miletê tirkên zalim, kiryarên ku cendekên tirkan jî mîna cendekên zarokên ermenî, asûrî, rûm û kurdan li hewa bilîzin bikin, bi teqandina lûleyên petrolê li hindama Midyadê karekî tirkane kirine. Ew kiryareke wilo tirovirî bû ku ji mehmetçîkan pê ve bi kêrî tu kurdî nehatiye!
Didome >>>> »


