Zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane!

Eferim, bijî Mîr Osman!
Osman Baydemirê ku bi her haweyî ji dil û can dixwaze ji miletê kurd re kar bike û Konseya birêz Ocalanê herî revoke û ewqasî jî xerabe rê li ber digre, bi xeberdana xwepêşandana xwe a li Diyarbekirê careke din peyitand ku bi rastî jî mîrîtî lê dixwe. Osmanê ku hema hema di her xwepêşandanê de bi cil û bergên kurdî derdiket pêşberî xelkê û bi reng û dengê wê kurdiya xwe a delal kurd û Kurdistan bilind dikir, di vê xwepêşandanê de jî xeberdaneke tam kardane kir. Lêbelê a herî balkêş ew bû ku ala kurdistanî di destê hin xwepêşandêran de liba dibû û serek merekên KCKa ku nefret ji wê alê dikirin jî çavên xwe jê re qurmiçandibûn!

Ne ”erê” ne “na”, em net tirk, em kurd in; û referandûm jî bi carekê ve a tirk û tirkan û tirkayetiyê ye. Me çi jê ye. Heger bi rastî wek ku tirk û birêvebirên wan dibêjin, madem “kurd û tirk birane”, bila navê biratiya tirkan û kurdan desrbasî anayasa xwe bikin; madem “kurd û tirkan bi hev re asasê cumhûriyeta tirkan danîne”, bila di anayasayê de binivîsînin ku kurd û tirkan bi hev re Cumhûriyet çêkirine; madem “li her derê Tirkiyê kurd û tirk wek hev û xwediyê eynî heqî ne”, bila wilo jî derbasî anayasa bikin û hwd. Aha wî çaxî ku kurd neçin ser sindoqan, kurd niheqin. Bermeqlûbî vê, bêşexsiyetî ye. Hinekî divê mirov ji ber xwe fedî bike, ewqas!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn!

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Aha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso

Ne “erê” ne “na” boykot a herê kurdî ye!
Kurd divê beşdarî referandûma ku ji bo selameta Tirkiyê pêk tê nebin; nebin ji ber ku tirk û Tirkiye wê bi vê referandûmê bêhtir mezin, bilind û bi hêz bibin; û zemên jî her tim şanî me daye ku çi roja tirk û Tirkiye mezin, bilind û bi hêz bûne, kurd û Kurdistan jî ewqasî piçûk, nizim û çîçelaskî bûne! Di demokretîzekirina Tirkiyê û demokratkirina tirkan de cihê kurd û Kurdistanê tuneye. Tirk biqasî bibin demokrat wê ewqasî jî karibin kurdan bi xwe ve girêbidin û wan bihilînin. Tirk tu carî nabin wek mirov, mirov dikin wek xwe. Li derdora 150 salî ye ku tirk bi civatî bi ewrupiyan di nava tevgerê de ne, lê tu carî jî nebûn wek ewrupiyan, gelek ewrupî kirin wek xwe û li dijî kurdan bi karanîn.

Stratejiya tirkan a îro ku bi zarên nermik û germik û tiştik miştikên wek TRT6 tansiyona kurdan daxînin û zemanê întegrasyona tirkayetiyê dirêj bikin; çimkî ew baş dizanin ku heger kurd di van 10-15 salan de xwendegehên xwe ava nekin û hinekî nebin desthilatdar, wê zimanê wan bi carekê ve têk biçe û her derê Kurdistanê bibe mîna Elezîz, Meletî, Riha û hwd. tirk. Kurd divê bi eva ku BDP li dijî referandûnê sekiniye û bûye hevalê CHP û MHPê nexapin. CHP û MHP ji berjewendiyên Tirkiyê bêhtir li berjewendiyên xwe difikirin û ji ber wê yekê jî li dij referandûmê sekinîne. Lêbela a kurdan tiştekî din e. Bi kurtî, bi serketina doza kurdan û mirovahiyê di pîskirin, piçûkkirin û dijminahiya tirkan de ye.  Tirk bi qasî ku qels û pîs bibin wê ewqasî jî karibin bi kurdan rûnin û bibin insan. Û qelskirin û pîskirina tirkan jî bi yekitiya kurdan û dijminahiya wan a bi tirkan ve girêdayîye. Kurd bi qasî ku  ji tirkan dûr bisekinin wê xwe nas bikin, bibin yek û li dijî hovitiya tirkên ku navê kûçik û pisîkên wan hene û ên kurdan jî qedexe kirine bisekinin.

Hinekî giran be!
Şivan Perwerê ku heger ne ji tirsa ”havalan” baya ji zû de wî jî wê mîna hin ronakbîrên me ên li ber a xwe û bi ser de jî pivikî, bi navên tiştik miştikên kulturî keda kurdayetiya xwe bi rêya TRT6ê bazarî tirkan kiriba û dest bi pevxistina programa di kûra xwelîseriyê de kiribaya, di rojnameyên tirkan de dîsa bi qîjewîj xweztiye ku çima naçe Tirkiyê û bakurê Kurdistanê.

Ê here, kê destê te girtiye? Nare, nare ji ber ku civata kurdên jar û hejar,  pêxwas û zirtek û hwd. hemû li dor PKKê dizîvire û wê kes rû nedêyê. Ma qey ne ji bo wî rûyî bû ku hema ji nişkê ve ji “hevalan” re tembûra xwe hejand û Ocalanê herî revoke wek mirovê herî mêrxas bi nav kiribû, hi?

Erê, bi kurtî, hinekî giran be, hinekî bi xwe karibe, bi wê keda kurdayetiya te a bêhempa nakeve, fêhm bike û hew!

Baş lê binerin heger naşibe yamyaman!
Ev kesê ku hûn wî di şibhê yamyaman de dibînin polîsekî hikûmeta bajarê Hewlêrê ye. Vî yamyamî li ser daxwaza fermandarên hikûmeta xwe a ku nikarin bi biryarekê mehra ereban ji ser xwe hilînin û ha ha biryara kujtina kûçikan didin, di hindurê 7 mehan de tam 668 kuçik kujtine. Û hîn jî ha ha dikuje. Ha, divê em bibêjin ku navê vî yamyamî jî Mûhemmed Ezîz e! Îcar ku navê wî Yezdan ba, yanî Xwedê ba, wê çiqas kujtibana gelo?

Bi kurtî, bi haweyekî lez û bez mirov divê hin dezgehên ewrupiyan ên kûçikhez û humanîter bi vê qetilma kûçikên welêt bihisîne.

Ji xwendegehên tirkî re “erê” lê ji ên kurmancî re “na!”
Barzanî û telebaniyên ku ji roja pêşî de  li ser tiştê herî piçûk jî li hev ne dikirin û di dijberiya zimanê kurmancî de wek tirk û ereban her tim bi hev re mitefiq bûn,  vê carê jî destûra ku Fethullah Gulen li Helepçeyê kolêjeke tirkî veke dan. Bi vekirina vê kolejê re hejmara xwendegehên tirkan dibin 20.

Îcar a balkêş ku pereyên mamosteyan û mesrefa vê koleja ku wê di sala bê de vebe û dest bi kar û barê xwe ê asîmlasyon, ît û mîtitiyê bike,  bi carekê ve jî wê  hikûmeta Hewlêrê bide.

Lê divê mirov ji bîr neke û her tim bibêje ku ji bilî kurmancên şelaf û solalês, wê kurmanc tu carî vê dijminahiya wan a ku bi kurmanciyê re kirine ji bîr nekin. Û di rojekê de vî hesabî ji barzanî û telebaniyên ku zimanê kurmancan li başûrê welatê me kirine zimanê qereçî û mitirban, yanî zimanê stranan, derboqa, ribab, tembûr, reqs û camcamkan bistînin!

Erê, ma em ê çi bikin ji wê dewleta Kurdistana ku wê zimanê kurmancan hîn di statuya zimanê mitirban de be, hi? Kurmanc wê rojekê vî hesab ji we bistînin. Û him jî pir dijwar, ewqas!

Heta ku gundên tirkan jî nebin bi mayin gundên kurdan ji mayinan xalî nabin!
Bav û bapîr dibêjin “çov ji jov vedigere!” Bav û bapîran pir rast gotine: Di hindurê van 200 salên derbasbûyî de tu labratowara aşitî, biratî, ometî û mirovatiyê nema ku doza miletê kurd tê re derbas ne bûye; û di dawiyê de jî hatiye xuyakirin ku doz heger ne bi devê tivingê be wê tu carî safî nebe. Labratowaran dane zanîn ku doza kurdan di nav lapûşkên misilmanan de mîna rês li hev geriyaye û heta ku ew lapûşk jê nebin wê doz safî nebe, weh!

Kurd êdî divê pir bi lez û bez tevbigerin, ji ber ku bi haweyekî kesnedîtî ha ha asîmle dibin û di vê asîmlekirinê de jî tirk pir û pir û kurd jî kêm û kêm dibin. 50-60 milyon tirkên îro hemû berhemên vê asîmlasyonê ne. Kurdên ku bi miletî gihane dawiya man û nemana xwe heger di van 10-15 salan de nîv azadiyekê bi dest nexin û di her warî de zimanê xwe bi kar neynin, wê çem û çem herin. Milet û welat bi zarokan reng û dengê xwe vedide; û zimanê zarokan jî çi be îdentîteta wî miletî jî ew e. Kurd av û av diçin, hema hema li her derê zimanê zarokên wan bûye tirkî. Aha ji ber vê yekê jî mabe heta ku kurd nebin xwedî xwendegehên kurdî, divê li her derê Tirkiyê û Kurdistanê kaos, şer û pevçûn be. Tirk yan jî mêrê misilman bi tekbîr, selewat û qurban û heyranan nayên rayê, ji devê tivingê pê ve ji tiştekî din fêhm nakin. Pevçûn!

Serokê Şaxê ÎHDa Mêrdînê Erdal Kuzu dibêje:

”Tirkiyeyê di sala 2003′an Peymana Ottowa îmze kir û li gorî vê peymanê divê heta sala 2014′an hemû mayin û teqemeniyên paqij bike. Lê ligel vê peymanê li şûna ku teqemenîe û mayinan paqij bike, qadên nû bi sînor dike. Li Sînorê di navbera Mîdyad, Nisêbîn û Mêrdînê de qadên nû diyar kirin û lewheyên “Mayin hene” hatin bicihkirin. Li derdorê gundên kontara Çiyayê Bagokê û gundikên herêmê ku berê hatibûn valakirin û herêma Dola Bûnisra, Bazinê Taqa hewheyên “Mayin” hatin çikilandin.

Di sala 2005′an de gelek kesan jiyana xwe jidest dan

Li derdorên Ava Sipî ku herêma seyrangehê bû gelek teqemenî hatin dîtin. Di sala 2005′an de zarokê 15 salî Mehmet Latîf Yilmaz bi mayina hatibû bi cihkirin jiyana xwe ji dest da. Hate gotin ku mayin ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Mîdya tû Nisêbînê ve bi armanca hişyariyê hatibûn bicih kirin.

‘Salê 2-3 bûyerên teqînê pêk tên’

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê Erdal Kuzu diyar kir ku Ava Sipî ku di nava Nisêbîn û Mîdyatê de dimîne wekî herêma seyranê tê bikar anîn û wiha got: “Ligel ev herêm qada seyranê ye jî dîsa gelek mayin lê tên dîtin. Her çiqas di fermiyetê de wekî qada bi mayin nehatibe îlankirin jî di fîîliyetê de mayin hene. Ji ber vê yekê mirov tên kuştin û mirov mexdûr dibin. Li herêmê herî zêde jin û zarok dibin qurbana mayinan. Kuzu anî ziman ku ji bo herêm ji mayinan bê paqijkirin gelek çaran serî li rayedarên dewletê dane lê tu encam bi dest nexistine. Kuzu anî ziman ku dewlet Peymana Ottowa binpê dike û peyvira xwe ya paqijkirina mayinan bi cih nîne. Kuzu, destnîşan kir ku wan gelek çaran ji rayedaran re nivîs şandin, lê hemû hewldanên wan bê encam man. Kuzu, ji hikûmetê xwest ku ji bo dewî li kuştinan bê divê berî her tiştî herêm ji mayinan bê paqijkirin.

Tirkiye di 2003′an de Peymana Ottowa îmze kir

Peymana Ottawa di 4′ê çeleyê sala 1997′an de hate qebûlkirin. Di 1′ê Adara 1999′an de kete jiyanê. Tirkiye jî di sala 2003′an de peyman îmze kir û paqijkirina mayinan qebûl kir. Lê ligel ku Tirkiye îmze avêt bin vê peymanê jî hêj li Tirkiyeyê mayin nehatine paqijkirin.”

Piştî “heval” Sebrî, “heval” Elî jî bû mehmetçîk!
Elî Sapanê ku di wextekî de bûbû zilamê birêz Ocalanê tam tirsonek û ewqasî jî kurdxayin û Ocalan jî ew demeke dûdirêj kiribû berpirsyarê şebekeya xwe a Ewrupayê, di dawiyê de ew jî mîna Sebrî Ok bû piyade mehmetçîk .

Wek tê zanîn, piştî ku Ocalan hatibû girtin Elî Sapan jî wek serekê ”bariş grûba” ku xwe kiribû qurbana Ocalan, çûbû Tirkiyê. Bi kurtî, grûb hatibû girtin û Elî Sapan jî bi salan di girtîgehê de mabû.

Û îcar ew zir Eliyê me ê ku devê me hemiyan diçirand û bi ser de jî çend hevalên xwe ên tekoşer li ser dan û stendina bi mehmetçîkan re binax kiribûn, li gora ku tê gotin, niha jî li herêma Xerza mîna hevalê xwe ê wextekî Sebrî Ok wek “piyade mehmetçîk” eskeriyê dike. Dibê de were û kirasê xwe neçirîne. Bi rastî jî ji dil dibêjim, min pir dixwezt ku Xwedê yan jî qeweteke wek Xwedê hebaya, da  li wê dinyaya kesnedîtî hesab ji ebdên xwe  ên zalim bistenda! Çênabe ku rayedarên tirkan, elemanan û hwd. bi milyonan ermenî, cihuyan  û ên din bidin kujtin, û ewqas zilma mezin, bê hesab û mesab bi wan re here gorê! Erê, howeh howeh, li me û vî Ocalanê ku bê çi bêşexsiyetî bi serê gelekan ji me û “hevalan” de aniye û hew!

Siyasetgerê ku gîsinê di çavê xwe de nabîne lê şûjina di çavê xelkê de dibîne!
Bi rastî hîç ji dilê min nedihat ku min di vê malperê de dosya Kemal Burkay jî vekira. Ji xwe wek dosya min hîn tam biryara xwe jî nedaye; nedaye dibêjim ew jî ji ber ku gotarên wî ên siyasî wî bi haweyekî pir vekirî didin dest. Her kes û kûsên ku hema piçekî hayê wan ji siyastê hebe dema li gotarên wî ên bi nav salan ketî nerî, bi hêsanî wê bibînin ku Burkay siyasetgerekî qelqilî û ewqasî jî heyranê kemalîzmê ye. Bi qasî ku min bi sedan gotarên wî xwendin, her gotar bi a din da ber hev û min li şeh xist, ez giham wê bahweriyê ku di nav siyasetgerên kurdan ên van 30 salên dawiyê de bi qasî ku dilpijokiya kemalîzîm di Kemal Burkay de geriyaye belkî di tu siyasetgerên kurdan de bi ecêba a wî negeriyaye.

Bi kurtî, piştî wê lêkolîna min a li ser Burkay, min baştir fêhm kir bê çima PSK ewqasî kurisî, û îro jî di nav tevgera kurdî de wek diranekî kirizî xuya dike. Ez ê zêde nekim û heta zêde jî bi dosya wî danekevim; hema bi vê gotara wî a ku dewleta tirkan bi “Anayasa Mahkemesî, Yargitay” û hwd. li ser lingan sekiniye ma be jî Burkay wê bê fêhm kirin.

Erê, ew mehkeme bûn ên ku bi sedan rêberên kurdan daliqandin, bi sed hezaran kurd kujtin, Kurdistan kirin kavilê welatan û hêsîrî wek pişka ezel li eniya kurdan da, û Kemal Burkay jî ji mitirbekî bêhtir pesnê serokên wan mahkemeyên herî zalim, herî kemalîzt û herî faşîzt  dide û hêviya qenciyê ji wan dike!

Laleş Qaso

17 08 10

”Sayın Sezer’e İyi Şanslar!”

Cemil Baran (yani Kemal Burkay)

“İki hafta önceki yazımda, yeni seçilecek cumhurbaşkanının kim olacağı ile hiç ilgilenmediğimi, nasıl tutucu, vasat birini seçeceklerini söylemiştim. O zaman Anayasa mahkemesi Başkanı sayın Ahmet Necdet Sezer henüz aday gösterilmemişti.

Bu arada sayın Sezer aday gösterilince, kimler tarafından aday gösterildiğine bakmaksızın, çoğu kişi bende memnun oldum ve seçilmesini diledim. Sayın Sezer, Anayasa Mahkemesı Başkanı olarak Türkiyenin bu boğucu koşullarına göre iyi sayılacak bir hukukçu ımacı vermişti.

İlginç olan, insan hakları ve hukuk sicili bu kadar bozuk bir ülkede, Yargıtayın başında da nitelikli, çağdaş, aynı zamanda oldukça cesur bir hukukçunun, sayın Sami Selçukun bulunuşudur.

Adaylar arasında onun da adı geçti, ama siyasi parti liderlerinın ve parlamentonun benimseyemiyeceği kadar demokrat ve değişimci biri idi.

Ben, sayın Selçukun geçen yıl, yeni hukuk yılının açılışında yaptığı konuşma nedeniyle, Roja Tezenin 10.sayısında çıkan Onurlu, Cesur bir Konuşma başlıklı yazımda, hem onun konuşmasında, hem de sayın Sezerden söz etmiş ve şöyle demiştim:

Bir kaç ay önce, Anayasa Mahkemesi Başkanı Ahmet Necdet Sezer, Anayasa Mahkemesinin kuruluşunun 37. yıldönümü nedeniyle yaptığı konuşmada, Türkiyede düşünce ve ifadelerinden dolayı insanların cezalandırılmasını ülke için bir ayıp saymış ve düşünce özgürlüğünün tam olarak sağlanmasını istemişti. Genellikle parti kapatma gibi, demokrasi açısından olumsuz bir yönüyle ünlenmiş olan ve Yekta Güngör Özden gibi, insanın nitelemekte güçlük çektiği, çok konuşan ve boş konuşan bir başkanın ardından, bu sözler ferahlik verici, Anayasa mahkemesine de saygınlık  kazandırıcı idi.

Bu hukuk adamının düşünce özgürlüğünü savunması zaten doğal değil midir ve böylesine üstünde durmaya değer mi diye düşünebilirsiniz. Ancak, bu memlekette hukuk adına nice cinayetler işlendiğine tanık olduktan ve neredeyse hukuk adamlarından umudu kestikten sonra, bu sözlerle, çöplükte, inci bulmuş kadar sevinmemiz ve övgüye değer bulmamız doğal.

Birkaç gün önce Yargıtay Başkanı sayın Sami Selçukun yaptığı konuşma ise gerçekten saygı uyandırıcı…

Sayın Sezerın seçilişine bu nedenle memnun oldum. Öteki adaylar, vasatı bırakın, vasatın çok altında idiler!

Sayın Sezer, aday gösteridiği gün, yine Anayasa Mahkemesinin kuruluş yıl dönümünde yapılan resmi törende yaptığı konuşmada da sözünü esirgemedi, kendisini palamentonun tutucular yığınına benimsetmek için herhangi bir çaba içinde olmadı. Anayasanın birçok maddesinin demokrasiyle bağdaşmadığını ve değiştirilmesi gerektiğini söyledi. Cumhurbaşkanlığı yetkilerinide fazla bulduğunu belirtti ve bunu parlamentonun yetkilerine bir müdahele saydı. Bu da kişilik sahibi birinin tavrıydı….. ”

Jêder: Roja Teze, 12, 5, 2000. Sal 1, hejmar 44

Gelo Kemal Burkay ji bo çi destek dida serokê Ergenekonê Necdet Sezer?
Wek ku tê zanîn û dîsa hatiye ji bîrkirin, serokê PSKê ê 20-30 salekî Kemal Burkay, li ser hilbijartina serokkomarê Tirkiyê û serekê Ergenekonê Necdet Sezer demekê baş qelema xwe bi kar anîbû…

Îcar bi kurtî, îro-sibe, dusibe û sêsibe, ew jî bi şertê ku PSKî koma xwe neynin ser me, em ê di vê malperê de hin gotarên Kemal  Burkayê ku bê çawa Necdet Sezerê herî kemalîzt diparazt, hinekî bi sînor, ew jî ji bo ku zêde zivêr nebe,  di vê malperê de biweşînin.

Bi rastî çi bû ku van bi navê agirbesê dîsa newqa xwe ji mehmetçîkan re vekirin?
Endamên Konseya PKKa KCKa ku ji tirsa mehmetçîkan navên kurdî ji ser hemû tiştik miştikên xwe rakirin û ji bo ku xwe têxin çavên dewleta tirkên teres di şûna wan de heta bi navên gerîlayên xwe jî bi tirkî nivîsandin, dîsa wek her tim çend tiving li vir û wir teqandin, baş henekê xwe bi kurdan kirin û dîsa bi çend gotonên şolî li ser teriya xwe rûnişt.

Erê bi rastî çi bû û çi hat guhertin ku endamên Konseya Ocalan dîsa tirk li kurdan hîn bêhtir sor kirin, bi gerîlayên xwe ên qerimî çend qîr li mehmetçîkan ve dan, çend kurdên reben şewitandin, xelkê me di nav dûmana lûleyên petrola ku li derdora Midyadê teqandibûn fetisandin û bi ser de jî bi haweyê ku keleh fetih kirine agir besan diqurpînin!

Ma tirkên ku navên kûçikên wan hene û navên kurdan jî qedexe kirine, nav serbest kirin? Na. Ma dev ji şewata daristan û êrîşên xwe ên li ser kurdan berdan? Na. Mehhmetçîk ji ser livîna kurdan vekişiyan? Na. Li mizgeftan îbadeta kurdan bû bi kurdî? Na. Termên gerîlayan zîvar zîvarî dibin? Erê. Bi kurtî, kurdan bi qasî serê derziyê tiştikekî bi kurdî bi dest xistin? Na. Ê naxwe ev çi agir çirt û agir virt e, hi? Hooweh howeh, li me û van cambazên ku li Zindana Diyarbekirê mehmetçîkan jop radidan me û wan û me hemiyan! Haho li eva ku ji wan pê ve di destê vî xelkê me ê jar û hejar de zilam nemane û ew jî vî xelkî û me hemiyan mîna meymûnan li ser destên xwe ha ha direqisînin!

Bimre rev, teslîmiyet û xiyanet!

Pevçûn!

Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Ma ji vê rezîltiyê mezintir rezîltî ma ye ku tirk xwedî parlamento, dezgeh û arteş e û hîn jî qereqoleke te tuneye!

Ma ji vê kûçkaniyê mezintir kûçkanî ma ye ku zarokên tirkan xwedî xwendegeh, unîversîte, zanîngeh û herwekî din; û zarokên te jî wilo mîna parsekan bê tiştikek!

Ma ji vê bênamûsiyê mezintir bênamûsî ma ye ku çi gava polîs û eskerên tirkên barbar dixwazin dikarin li pêş çavên te dest biavêjin dê û keç û jina te!

Ma ji vê zilmê mezintir zilm ma ye ku tirk nahêlin tu di mizgeftên xwe de jî bi kurdî îbadeta xwe bikî û li ser miriyên xwe mûlidan bidî!

Ma ji vê çavsoriyê mezintir çavsorî ma ye ku tu li ser kêla keç û lawên xwe roja çêbûn û mirina wan bi kurdî dinivîsînî û mehmetçîk jî bi ser wan kêlan de dimîzin û wan perçe perçe dikin!

Ma ji vê wehşetê mezintir wehşet ma ye ku dest diavêjin heta bi keç û lawên te ên kujtî û bi kêr û qezetoran kelaxê wan zîvar zîvarî dikin!

Îcar de ka bêje, tu heyî yanî çi! Bila tu bimrî! Bila tu tunebî! Bila ew dinyaya ku ez û tu û em kurd hemû tê de wek jina tirk û ereb û farisan dijîn bi bombeyên herî mezin hilweşe! Lê bixebite, atomê bi dest bixe û çavên xwe negire û biavêje wan; da ev dinyaya ku bi miletî li me kirine tara bêjingê û hêsîrî wek pişka ezel li eniya me dane ji tu kesî re nemîne! Te ne insan, te ne heywan, te ne mexlûq, te wek sola xwe dibînin! Îcar tu ji bo çi heyî, hi! Bimre!

Pevçûn!

Erê bila sûnda me dîsa ew sûnd be! Sûnda Zindana Diyarbekira ku mehmetçîkên teres lawên teresan em bi saxî dişewitandin! Aha vê sûndê ne carekê, hezar carî bixwe: Heçê ji vê dozê, pevçûn û liberxwedana wê a ji hew bêhtir bi rûmet bireve û bi qasî ku hema qîrekê di tirkên zalim de bifirîne û zixurekî di dewleta wan de werbike û neke, diya wî jina wî be û hew!

Pevçûn, bi teslîmiyetê re pevçûn, bi xiyanetê re pevçûn û bi tirkan re heta bi mirinê pevçûn!! Xwîn bi xwînê!

Laleş Qaso