Archive for January, 2010
Izra xwe ji malbata Zekî Adsiz xwezt, lê dîsa jî fêde nekir!
Serokê PSKa heta bi çend sal berê jî Kemal Burkay, di dawiyê de bi maîlekê ji ber gotinên xwe ên ku bi Zekî Adsiz re kiribûn izra xwe ji malbata wî xwezt, lê mixabin dîsa jî fêde nekir. Îcar bi qasî ku me xwe gihand malbatê, keça wî a abukat Şervana ku hinekî bi gir û ji ser [...]
Di “Diyaneta” tirkan de guhertinên pir beloq û pir xerab!
Hikûmeta AKPa ku PDK, YNK û ji bilî DTPê(BDP) hema hema temamê rêxistin û saziyên kurdên bakurê welêt ji dil û can wê destek dikin, kar û barê dezgeha seroketiya dînê tirkan ”Turkiye Diyanet Işleri Başkanligi” di mista qanûnan de bi hemû haweyî bi hikûmetê û serokwezîrê wê ve girêdide.
Îcar ka qaşo AKPa ku li parlamentoyê [...]
Namzetê kurdan ê li Elemanyayê vê carê jî ji Nisêbînê ye
Siyasetmedarê kurd Yasîn Kut, ji bo hilbijartina parlamena eyaleta Westfalya Bakûr a Rhein ji Partiya Çep (die Linke) wek namzet hat destnîşan kirin. Hilbijartin di 09.05.2010an da wê bê li dar xistin û Yasîn Kut ji bo „Landtagswahlkreis 123, Märkischer Kreis III“ endam e.
De ji xwe re li hinera vê şaha zemên binerin!!
Serokwezîra keça serokê Bangladeşê Mûcîbur Rehmanê ku di sala 1975an de, bi derbeyeke eskerî ji meqamê xwe bûbû û ji bal eskeran ve di mala xwe de digel jina xwe, sê lawên xwe û 16 kesên ji malbatê hatibûn kujtin Şêx Hesînayê, li ser navê temamê jinên dinyayê, ji ometa islamê re peyitand ku jin [...]
Van kesan li ser Mêhdî Zanayê wan demên bi xof çi gotin?
1) Re ceb Maraşli 2) Aysel Çurukkaya 3) Ali Ozturk
4) Celal Avci 5) A. Bedirxan
Berî hevteyekê bû min di vê malperê de bi sernîvîsa ”Kemal Burkay dizane bê ji Mêhdî Zana re çi gotiye?” xeberek nivîsandibû û min gotibû ku ez ê ji hevalên Mêhdî Zana ên girtîgeha Diyarbekirê bipirsim bê Mêhdî bi rastî wek [...]
Mehkemeyê her gotineke wî e kurdî bi 22 rojan ceze kir!
Mehkemeya tirkên ku qîma xwe bi navên tajî, pisîk û kûçikan ên bi tirkî aniye û li himberî navên bi kurdî jî xwînê bi xwe ve dibîne, Mehmûd Alinakê kurdperwer ji 22 gotinên ku bi kurdî kiribûn bi 5 mehan ceze kir. Ji roja ku dewleta tirkan ava bûye û hetanî roja îro kesî nedîtiye û [...]
Aha ev jê kêm mabû!
Keça Zekî Adsizê ku Kemal Burkay di kitêba xwe a bi navê “Anilar Belgeler” de peyvên wek ”provakator, macaraci, hizip, lumpen” (bi kurdî peyva lumpen, barûte, zigurd e) û herwekî din ji bo wî bi kar anîbûn û ji zarê siyasetgeran bêhtir bi zarê eskeran daweriqandibûyê Şervana abûkat, lê dixebite wî derxe mehkemeyeke ewrupî.
Ya rebî ev tu doza çi li mexlûqên xwe dikî!!
Ha ew herduyên ku hûn dibînin jin û mêrê hev in! Wilo çilo ye nebêjin, wilo tê maneya ku dinya bi lez û bez ber bi kî dike kê û kî çi dike ji kê ve diçe. Hema carekê ji xwe re li têkiliyên xwe û cîranê xwe, gundî, bajarî û nas û dostên xwe [...]
Tirk bi gavên mezin ber bi ”demokrasî û aşitiyê” ve diçin!!
Tirkên ku di şexsê sereketiya PDKê û YNKê de desthilatdariya başûrê Kurdistanê, bi qeweta mal û milkan, şirket û zirt û pirtan û piraniya birêvebirên rêxistin û saziyên bakurê Kurdistanê û ronakbîrên wan jî, bi tiştikên wek ”îhaleyan” û çend qurûşkên bi rêya TRT6ê kişandine ba xwe û wek êgir, kurdperweran li dera han bihêlin, [...]
Madem ewqasî nexweş e îcar ev çi zir kêtêbên wî ne?
Wek tê zanîn, li gora peydûkên Ocalan ji roja ku Ocalan hatiye girtin û heta roja îro her tim nexweş e; çend lebatên wî ên xuyayî û nexuyayî bi hev re ariyane, zara ser mejiyê wî ji hindama derzika piştê ve hinekî qeşitiye û elem tam daweriviye hindurê movika ku zîlana stû radigire û wan [...]
