SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for januari, 2010

Niha jî li kujtina wî digerin!

Tirkên ku qîma xwe bi çi dibe bila bibe, divê kurd bi miletî tu carî nebin tiştek û her tiştê wan di nav qirêja zemên de winda bibe, niha jî keysa xwe li kujtina Osman Baydemir xweş kirine. Û wê wî bikujin jî. Hîn ji destpêka avakirina Cumhûriyeta di rengê zilmê de tirkên misilman, faşîst, […]

Nûçe

Li kurdan çeqûber rakirine!

Ometa islama tirk, ereb û farisên ku li her derê dinyayê mîna mişk ji xerabiyê pê ve li tiştekî din nafikire, xwe çem dike satila şîr û mêst, dîwaran qul dike, zêd dikurisîne, dikeve tûrê nên û kewara mewîj, bastêq û beniyan û bi hemiyan de dirî û dimîze û hwd. li miletê kurd çeqûber […]

Nûçe

Koma teslîmiyetê dîsa mehkeme kirin!

Doh li Diyarbekirê endamên Koma teslîmiyetê, vê carê jî bi sebeba ku bê peseport hatibûn malê, mehkeme bûn. Berê vê jî bi sebeba ku çûbûn ku? hatibûn mehkemekirin. Bi kurtî, endamên koma teslîmiyetê divê hişê xw baş bînin serê xwe ku ew ê hîn gelek carên din jî mehkeme bibin û di dawiyê de jî […]

Nûçe

Îcar nivîskariya wî a di rojnameyên ewrupî de ji me kêm mabû!

Tirkên ku bi hemû haweyî xwe li kurdan şidandine û li himberî wan hemû rêyên xerab bi kar tînin, niha jî di bin re xwe tam danênê ku nivîsên Ocalan ne bi tenê di rojnameya îtalî a komunîst û çepgir de, di hin rojnameyên din ên ewrupî de jî derxînin.

Nûçe

Kemal Burkay dizane bê ji Mêhdî Zana re çi gotiye gelo?

Birêz Kemal Burkay di kitêba xwe a bi navê ”Anilar, Belgeler” cildê duduyan de bi haweyekî berfireh li ser birêz Mêhdî Zana û endamên partiya xwe nivîsandiye; ji xwe re û me re ew dane berhev û hema hema hemû jî bi ser hev de qulipandine!  Îcar her çi daberhevî û qulipandina siyasî ye, wek […]

Nûçe

Tirk bi zorê kurdan dikin kurd!

Tirk û rayedarên dewleta wan a ku hema piçekî bêhna insaniyeta kurdî û heta bêhna nav û deng û gemara kurdî jî jê tê êgir lê dibarînin; mîna Zindana Diyarbekirê û girtiyên wê ên salên 1981,1982, 1983, 1984…an bi serê kurdan û Kurdistanê de anîne! Bêyî ku li tiştekî bisekinin û bifikirin her tişt û […]

Nûçe

Melayên AKPê gavekê dan pêşiya ên PKKê!

Ji cûnta mehmetçîkên teres a 12 îlona sala 1980î û vir ve, cara pêşiye ku li Kurdistanê di mizgefteke wek a Şêx Weysilqeranê Hîzanî de ku bi sedan mirov dikarin tê de limêj bikin, melayên AKPê mûlida kurmancî

Nûçe

Di dawiyê de wê wî jî têxin qulikê!

Selîm Sadakê ji roja ku bûye reyisê belediya Sêrtê û vir ve, mîna xortekî çardeh salî lingan naxe bin xwe û bi vir û wir de ha ha bi karê xelkê ve dibeze, doh dîsa xelkê Sêrtê, piçûk û mezin li xwe civandibû, di nava sûkê de dabû pêşiya hemiyan, diqêriya û digot:

Nûçe

Gelo bi rastî Osman Ocalan bûye altax?

Li gora hin serkêşên PKKiyên revyayî û ên li ser kar, Osman Ocalan bi şertê ku serekên PWDiyan bi haweyekî teslîmî tirkan bike û tirk jî li himberî altaxiya wî wê wî bibexişînin,

Nûçe

Ev çi dibêje?

Li gora rojnameyên tirkan, serokê Hak-Para ku mirov endamên wê ên li Kurdistanê hemiyan têxe trêna baran û bişîne Enqerê wê vargoneke trênê jî tije nekin Bayram Bozyel, hinekî ew bi xwe û hinekî jî li ser zimanê desthilatdarên kurdên başûrê welêt bi dilpijokî dibêje ku li wan deran tirk, emerîkî û deshilatdarên PDKê û […]

Nûçe