SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for februari, 2010

Dawî dawî wê hevdu bikujin!!

Rêxistinên kurdan li ku û demokrasî li ku!! Îcar dema ku ev rêxistin ji kurdên başûrê welêt bin, ji xwe divê mirov bi qasî serê derziyê behsa demokrasiyê ji wan re neke; bi tenê hew behsa ku mirov çawa bikaribe dewlemendên tirkên herî bêbav bikşîne ba wan û li çend hezar mehmetçîk û qereqolên wan ên cîguhêz, […]

Nûçe

Zir welatek xistin bin tirkan û dîsa jî fêde nekir!

Hikûmeta AKPa ku PDK û YNK jî dane dûv xwe, başûrê welêt bi şirketên xwe ên bazirganiyê, mît û ît û xwendegehan û bakurê welêt jî bi suxte û melayan, elîf, bê, tê û elemtere falen, tekbîr û selewatan, tîm û polis û eskeran zeft kiriye, pasaporta hevalbendên xwe bi sebeba ku di pasaportê de li […]

Nûçe

Siyasetgerê a ku jê re baş ba dikir, pir nexweş e!

Li gora malpera Avesta kurd, siyasetgerê ku çawa jê re baş ba wilo dikir, û ji ber wê zîrekiya xwe a mezin jî bûbû delalîkê ber dilê Nêçîrvan Barzanî û hevalbendên wî, rêzdar Yeşar Kaya, li Elemanyayê hema ji nişkê ve nexweş ketiyê û bi lez û bez ew birine nexweşxaneyê.

Nûçe

Ê de ne doza mêran safî bûbû, îcar mabû a jinan!

Parlamentera DTPa bi ser KCKê ve Sevahir Bayindir, bi sebeba ku  ”li rojhilatê Tirkiyê” êdî keç û jin nema bên kujtin, pêşniyarnameyek da parlamentoya tirkan û xwezt ku hema aniha komisyoneke lêkolînê ava bibe. Xuya ye ku Bayindir xanimê, gelek meseleyên kurdan ên wek mirov pêşî diva bû xwedî nasname beya safî kirine, îcar bi tenê […]

Nûçe

Îro 15ê sibatê ye!!

Îro 15 sibata ku mehmetçîkan devê gerîla û generalan jî devê Konseya PKKa KCKê çirandiye! Îro roja ku rayedarên tirkan, vê carê jî bi xistina şexsê Abdullah Ocalan re destdirêjî namûsa miletê kurd kirine!

Nûçe

Dadgeha mafên ewrupiyan û tirkayetiya rêxistin û ronakbîrên me!

Wek tê zanîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrupayê di duduyê sibatê de biryara ku tirkî û kurdî du zimanên bi hemû haweyî ji hev cihê ne û mafê dewleta tirkan e ku tîpên kurdî “Q, W, X” nexe elfabeya xwe, dabû.

Nûçe

Hevpeyvînek û lêborînek!

Wek tê zanîn, birêz Kemal Burkay di kitêba xwe a bi navê ”Anilar belgeler” de li ser birêz Mêhdî Zana ji xwe re û me re nivîsandibû û heta gotin anîbû ser liberxwedana wî a girtîgeha Diyarbekirê û liberxwedana wî bi ”jest” û “gösteriyan”bi nav kiribû. Îcar li ser wê yekê min jî hema têkilî […]

Nûçe

Doza zir miletekî li tiştikên wilo sekinandin!

Konseya ku teslîmiyetî li ser miletê kurd ferz kiriye û ew jî mîna dewleta tirkên barbar ji hindama xwe de kurdan ha ha asîmle dike, vê carê jî li Wêranşehirê henekê xwe bi kurdan kir. Konseyê, li Wêranşehira ku serhejmara wê li dora 180-200 hezarekî bû, ji bo perwerdeya bi kurdî, 250-300 kesek derxist kolanan […]

Nûçe

Ev çi bi vî hat?

Bi rastî ev çi bi vî hat? Mêrik qed xuya nake. Deng jî jê nayê. Ev li ku ye? Nebe ku emerîkiyan, bi haweyê ku derman merman dabinê, ew biribin cihekî bi navê bihuştê û 70 horiyek jî xistibin bin, û roja ku ji bo xirecireke mezin ji wan re lazim be, wî bi haweyê […]

Nûçe

Pêşî li ûjdanê xwe binerin û dû re li ê xelkê!

Ehmed Tirk û Aysel Tugluka ku di parlamentoya tirkan de bi ûjdanê zaliman radibûn ser xwe û li pêş temamê dinyayê Mistefa Kemal wek fîlozofê frernsî ”Jan Jak Russo” û ”hîmdarê mirovahiyê” bi nav dikirin, niha jî li Enqerê bi şahiyeke mezin, bêyî ku li paş xwe binerin û piçekî ji ber xwe fedî bikin […]

Nûçe