SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for mars, 2010

De ji xwe re li wan binerin bê kê bîra wilo dibir batil!!

Li Taylanda ku başûrê Kurdistanê tije keç û jinên wan bûne û hemû jî hema hema wek navmalî di nav malên ziktelêrên kurdên me ên ku heta bi pirça sênga xwe jî di boyaxa reş de dihêlin, xwepêşandaneke ku heta niha kesî ne dîtibû pêk hat.

Nûçe

Hêzên ”aşitiyê” berî kurdan dest bi pîrozkirina Newrozê kirin!

Ji 14ê mehê û vir ve artêşa tirkên bêbav dîsa dest bi şewata deşt û çiya û zozanên Kurdistanê kiriye û ha ha êgir li her derê dibarîne.

Nûçe

Gelo li ba serekên PDKê kurdekî ku qed nebe bifroşin tirkan heye?

Gelo li ba serekên PDKê, ji bilî kurdên başûrê welêt, kurdekî ku qed nebe bifroşin tirkan, ereb û farisan heye? Û heger nebin, ew kurd kî ne gelo? Ji sedî sed hey ne Yaşar Kaya û Selah Bedredîn in! Piştî radestkirina Şemdîn Sakikê ku ji ber zilma Ocalanê zir tirsonek û tam kurdfiroş xwe avêtibû […]

Nûçe

Çi qasî petrol li wan zêde dibe ew jî ewqasî dibin hevalên tirkan!

Dema ku mirov destê xwe danî ser ûjdanê xwe û ji tarîxa roja ku PDK, YNK û ên din li başûrê welêt bûne desthilatdar û vir ve nerî, bi hêsanî mirov wê bibîne ku desthilatdarên me bi qasî ku dewlemend û xurt  bûne, ewqasî jî ji miletê kurd bi dûr ketine û bûne hevalên tirk, […]

Nûçe

Hew maye ku goştê hevdu bixwin!!

Li gora rojnameya ingilîzî The Daily Mail, xelkê Zimbawa ku serhejmara wê li derdora 17-18 milyonekî ye, bi xelayê re rû bi rû maye. Li wan deran ji destê çengeke xwarin û gezeke nan mirov dikarin a herî xerab di hev de bikin.

Nûçe

Aha ev e dawiya rev û teslîmiyetê!

Zemên her tim peyitandiye ku doza miletê kurd ji êgir e, mirov li ber xwe bide û ne de jî ew ê hey bi haweyekî mirov bişewitîne; û bi ser de jî mala hinekan li tope bixîne û di ecêbên mezin de bigerîne! Îcar madem rewş ev e, her kes ji hindama xwe de di […]

Nûçe

Eferim Gulan xanim!

Parlamentera me a ku ew bi xwe, lawê wê û merê wê jî sipehî Gulan xanim,  bi karekî wilo sipehî rabû ku tu carî ji ser zimanan nekeve! Gula zinar û zozanên ên me ên ku bi tenq û top û bombeyên tirkên barbar herifîbûn, di parlamentoya Swêdê de bi textê zilmê girt û hejand […]

Nûçe

”Bi kurdî silav kir” Yanî çi?

Hema hema di her cara ku karbidestekî tirkên barbar bi kurdî gotinkekê, yan leptikekê dike, ên me jî di vê û wê malperê de mîna mitirban wan dipesinîn û dibêjin aha va ye ”waliyê Amedê yê komara tirk Hüseyin Avni Mutlu mêvanên xwe bi Kurdî silav kir, di nav waliyên tirk de, mora xwe avêt […]

Nûçe

Bi van kamereyan li ”namûsa” kurdan jî dinerin!

Bi rastî mirov nizane ji van serek û serokên kurdên ku li ser navê birayetî û aşitiya bi tirkan re hîn jî bi hemû haweyî xwe li bêşexsiyetiya di rengê solalêsiyê de şidandine re çi bibêje! Tirk bi qasî ku karibin li ser banên xanî û avaniyên kurdan kamerayên xwe heşkere heşkere biçikînin, bi van […]

Nûçe

Berî biçe Israîlê ka lê binerin bê çi got!!

Cîgirê serokê Emerîkayê Joe Bîdenê ku bi eslê xwe ewrupî û tu tiştekî wî û cihûtiyê bi hev re tunebû, berî çûna xwa Israîlê, ji wir jî Misrê û Urdunê, da zend û bendan li Îranê vemale, bi dengekî bilind got:

Nûçe