SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for april, 2010

Malpera Nasnameyê jî kete destê PDKa bi ser AKPê ve!!

Bi desteserkirina malpera Nasnameyê baştir xuya bûye ku êdî PDK, YNK û PKK ji bilî çapemeniya xwe qed naxwazin ABCyeke tu kesî hebe û bi çi cambazî, fêlbazî û kirîn û firotinê dibe bila bibe, wan têxin bin kontrola xwe û bi haweyê ku ji wan xuya nekin, wan di reşaya şevê de di şûva […]

Nûçe

Me ev hêvî ji te ne dikir!

Hema wilo yekser, ne ji heqê tu malperê ye ku ew jî mîna masmedya tirkan gund, bajar, bajarok, deşt, çiya û zozanên Kurdistanê bi tirkî binivîsînin û pêşkêşî xwendevanên xwe ên ku bi kurdî li malperên wan dinerin û dixwînin bikin.

Nûçe

Îro bêvila wî şikenandin, sibehê jî wê guhê wî jê bikin!!

Di dawiyê de a ku diva bû ji zû de bûba, dereng bû. Wilo: Li bajarê Samsonê kemalîztekî tirk bêvila Ehmed Tirkê ku demeke dûdirêj bi Aysel Tuglukê re li Kurdistanê berdevkiya kemalîzmê û li parlamentoya tirkan jî Mistefa Kemal bi fîlozofê frensî Jan Jak Ruso re qiyas dikir şikenand!

Nûçe

Edeba birêvebirên malpera Rizgarî jî ewqas e!!

Bi rastî ji dilê min nedihat ku min ev çend rêz li ser helwesta birêvebirên malpera ”Rizgarî” binivîsandana; û min zor da xwe ku ez nenivîsînim jî, lê ji bo ku ez bi xwendevanên xwe ên di wê malperê de bidim zanîn ku hay û bayê min qed ji avêtina gotarên min ên di malperê […]

Nûçe

Dijminên koka kurmênc û kurmanciyê!

Birêvebirin YNKa ku girgirekên PDKê jî mîna xwe kirin dijminê kurmanciyê û çend meh berê qaşo zir mamosta û profesorên zanîngeha Hewlêrê bi sebeba ku 20 xwendekarên kurmancîaxêv bi kurmancî imtîhana xwe dabûn û hemiyan jî sifir stendibûn, di yekê hezîranê de kongreya xwe li dar dixînin.

Nûçe

Ew jî ji xişxişê hat xirpişê!

Serokê PSKê ê zemanekî heşkere û niha jî wek  ê bi dizî xuya dike Kemal Burkayê ku heger mîna Ocalan wî jî hema hinekî bi a dîtin û gotinên xwe ên li ser kurd û Kurdistanê û dijminên wan kiribaya û ew dîtin û gotin di kiryarê de jî bi kar anîbana, wê bi qasî Ocalan […]

Nûçe

Ev dîsa çi dibêjin?

Ew dîsa dibêjin ku divê temamê partî, dezgeh û tiştik miştikên kurdan bi konferansa ku ji bal KNKê li dar bikeve, bigihên hev û bibin yek! Îcar di vê derbarê de gelek tiştên ku mirov bibêje hene, lê bi tenê em ê yekê bibêjin û derbas bibin.

Nûçe

Serokwezîrê ku hîn newêre navê Kurdistanê bibêje!!

Serokwezîrê desthilatdarên başûrê welêt Nêçîrvan Barzaniyê ku ji bo selameta bazirganiya xwe û malbata xwe a bi tirkên herî lewitî re çendeyeke hatibû Tirkiyê, li himberî masmedya tirkan tam bi haweyê ku tirkên pêxwas jê xweztibûn liviya.

Nûçe

Ev ji bo ku çêbû wilo ye, îcar ku bimre wê çawa bibe?

Kurdan, di dawiyê de serokê Konseya KCKa ku cilik di bin serokê xwe ê ji hew bêhtir tirsonek de nehiştiye, tam kirin wek ziyareta Letanê!

Nûçe

Grûba teslîmiyetê kirin dizê şekalan jî!

Jiyana gerîlayên ku sala çûyî, ji bal Konseya KCKa ku bûye nîşana teslîmiyet û kurdfiroşiyê, wek qasidên aşitiya gur û mîh û rovî ji qelşên zinaran ber bi herxên beyaran de bi rê bûbûn, êdî tam ketiye xetera xwelîseriyê….

Nûçe