SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for maj, 2010

Her AKP û wer AKP!

Wek van rêxistinên kurdên bakurê welêt ên ku bi felsefeya çepitiyê rahijtibûn doza miletê kurd, û bi taybetî jî apoyî, ku di dawiyê de ewqasî xerabe derketin, di tu tarîxa zemanan de birêvebirên kurdan bi ecêba wan wilo durû, şinekî û qelp derneketine. Bê çi fedî nakin! Yek ji wan jî li pirêza ku li […]

Nûçe

Xelk bi çi daketine û ew bi çi daketiye!

Kemal Bûrkayê ku 20-30 salekî seroketî li sosyalîstên kurdên bakurê welêt ên bi ser Leonîd Birejnev û Nikita Kuruşçev ve bûn kiribû, û  Birejnev û Kuruşçev jî li dinyayê mirovên herî bêbav ên wek Seddam Hisên û Haviz Eshed li ku hebana hevalên wan bûn, vê carê jî ketiye tolaqa nîvîsandina kitêba xwe a bi […]

Nûçe

Di BDPê de ji bilî mifetişê istixbaratê û cîgirê walî Nûrî Yaman û…

Di BDPê de ji bilî mifetişê istixbaratê û cîgirê walî Nûrî Yaman, Silhedîn Demirtaş û Gulten Kişanakê, kesî netevizandiî maye gelo? Na. Lê wilo xuya ye, di tevizandina vê carê de Gultena ku bi temtêla Ayselê, lê bermeqlûbî wê rahijtiye meselê, wê pir xerab bitevizînin.

Nûçe

Barzanî bi qasî ku ji tirkan dûr bisekine, ewqasî dikare bibe kurdistanî û bi kêrî kurdan bê!

 Bi qasî ku barzanî ji tirkan dûr bisekinin, di doza xwe de ewqasî karin bi serkertî bibin! Lê ma bi tenê barzanî, kurd bi miletî bi qasî ku ji tirkan dûr bisekinin wê ewqasî xurt û tirk jî ewqasî qels bibin. Hema carekê li van 10 salên dawiyê binerin û destê xwe deynin ser ûjdanê xwe! Hûn […]

Nûçe

Qaşo ev ê me yê bi aqil bû!

Berhem Salihê ku hema hema temamê ronakbîrên kurdên bakurê welêt bi çavên jîr û zana lê dinerîn û hêviyeke mezin jê dikirin, li tu derê a ku bi meqamê wî û kurdistaniyeta wî ne diket diva bû negota, mixabin di demeke xerab de ji birêvebirên KCKê re got.

Nûçe

Ji raya giştî re!

 Kesên Şelaf, durû û derewîn weha zêde bûne ku bê hey hewar. Hingê vana pêşve çûne êdî  nema dizanin ku çi bikin. Çavên xwe bi paçên reş girêdane, dest û bêrikîn xwe vekirine, ha ha dijminayetiya hunermend, siyasetmedar û qehramanên gelê me dikin da ku bikaribin bêtir bêrîkên xwe dagirin. Bêrîk dagirtin li hin kurdan […]

Nûçe

Nabe ku BDP di guherandina hin qanûnan de destekê nede AKPê!

Niha berî hemû tiştî BDP divê ji bîr neke ku ew wek partiyeke kurdî lê bi navê tirkî, ji bo demokratîzekirina Tirkiyê û bi demokratîzekirina Tirkiyê re jî kurd hin mafên xwe ên insanî bi dest bixin li parlamentoya tirkan e.  Û ew bi xwe jî wilo dibêje…

Nûçe

Ma gelo ev jî ne ”provakasyon e?”

Şevê din gerîlayan li herêma Dêrsimê girtin ser tabûra ku di dema qetilamê de, di geliyê çemê Mûnzûrê de ava bûbû û mehmetçîkên teres lawên teresan bi hezaran zêç û zarên kurdan bi saxî di çem de werkiribûn. Di sergirtina tabûrê de li gora tirkan 4 mehmetçîk hatine kujtin, 7 birîndar bûne û bi dehan […]

Nûçe