SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for juni, 2010

Hevalbenda PDKê, YNKê û ên din AKPê mûlida li ser ruhê Şêx Seîd jî qedexe kir!

Pêşî divê mirov ji Barzanî, Telebanî û peydûkên wan ên wek Şerafedîn Elçî bipirse, ka qaşo serekên AKP lê dixebitîn ku di derbarê doza kurdî de hin reformên cidî kiribana û vê PKKa ”dest bi xwîn” ne dihişt! Ma gelo ji vê reforma ku kurd dixwazin li bapîrên xwe mûlidan bidin milayimtir, belengaztir, misilmantir, xweda […]

Nûçe

Teresan ”nikarin bi kerê îcar dibezin kurtên!”

Mehhmetçîkên tirkên misilman, di van demenên dawiyê de ku gerîlayan zorî daye kujtina wan û wan jî zorî daye kujtina kurdên jar û hejar, vê carê jî li Qereqoçanê piştî ku gerîlayan li terempêlên wan reşandin û çend kes ji wan kujtin û ewqas jî birîndar kirin, wan jî li malekê reşandin, pîreke 70 salî […]

Nûçe

Wek çîroka xwediyê malê û diz li KCKa PKKê kirine!

Li gora vê çîroka ku ji nav kurdan û hema hema li her derê dinyayê belav bûye, bi kurtî, piştî ku diz dikeve hindurê malê û têra xwe tiştik û miştikan didize, xelkên derdorê jî tên serdana xwediyê malê û her yek ji hindama xwe de jê re dibêje:

Nûçe

Dema ku navê kûçikan serbest û ên kurdan hîn jî qedexe be, û bi ser de jî halê kurdan aha ev be, kurd hebin yanî çi!

Berî her tiştî her kurd divê hinekî li insaniyeta xwe bifikire bê tirkan ew çiqasî kepaze kirine! Dema ku bi rastî kurd jî insan bin û tirk nehêlin ku kurd bi navên xwe bangî xwe bikin,

Nûçe

Parlamenterê BDPê û mifetişê waliyê dewleta tirkan Nurî Yeman li Stockholmê ye!

Îro seet li 18:00an li Swêda bajarê Stockholmê li ABFê, serokê BDPê Silhedîn Demirtaş û cigir û mifetişê waliyê dewleta tirkan ê gelek deman Nûrî Yeman, wê di semînera Sosyaldemokratên swêdî de li ser rewşa kurdan bi tirkî bipeyivin.

Nûçe

Gerîla vê carê jî karekî tam kurdî kir!

Gerîlayên ku êdî qîma xwe nema bi teslîmiyeta Konseya PKKa ku ji tirsa tirkan re her ji pêleyekê navê xwe dike ZXCVBNMJHGFDSAQWOLÊRÎJW û niha jî mîna ku navê xwe li tîpa KCKê sekinandiye, li çarhawêrdorê Kurdistanê bi serhildana xwe a li himberî tirkan, ereb û farisên misilmanên zalim û li herêma Botanê bi kujtina heşt […]

Nûçe

”Koma aşitiyê” kirin Koma rûreşiyê!

Rayedarên dewleta tirkên ku mîna hilqizmilqiz 80 saleke li gora rewşa dinyayê hikûmetan ava dikin û deng û reng vedidin, û bi wê bafîkê jî kurdan û heta derekê jî hin partî û hikûmetên ewrupiyên jîr dixapînin, di dawiyê de ew zir ”koma aşitiya” ku bi hella – mella ji  çiyan daxistibûn bi rêya mehkemeyên xwe […]

Nûçe

De here ha,HAK-PARê jî Israîl şermezar kir!!

Birevebiriya PSKa ku kirasê HAK-PARê li xwe kiriye û mîna birêvebirên KCKê ji dil û can lê dixebitin ku bi haweyekî xwe têxin çavên rayedarên dewleta tirkên zalim û her çi rayedar in jî wan bi pîvazekê nahesibînin, bi rastî vê carê tam dendik jê berdan! Piştî vê belavoka wan a tam tirkparêz û cihûdijmin, […]

Nûçe

Qaşo me jî ew bi mîrê Botan şibandibû!

Bi rastî me jî ji eva rêzdar Osman Baydemir fêhm nekir.  Di vê dema ku di desthilatdariya KCKa PKKê de hin guhertinên ber bi kurdayetiyê ve dibin û gerîla amadekariya xwe û şerekî bi rûmet bi dewleta tirkên teres re dike û li aliyê din jî Osman Baydemir bi vekirina kursên “dîksîyona tirkî”, yanî tirkiya […]

Nûçe

Wî jî got “qaqa!”

Zarok in hene gava zimanê wan digere ji hêkê re dibêjin hêk, lê piştî ku bi ser lingan dikevin û zimanê wan tam digere, vê carê jî ji hêkê re qaqa dibêjin. Û aha yek ji wan zarokan jî Bavê Nazê bi xwe ye. Di eslê xwe de ev qaqa Bavê Nazê ne ji niha […]

Nûçe