SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for juni, 2010

Xeta neteweyî bi bedil û qerewatan rast nabe!

Sertac Bûcakê ku di temamê jiyana xwe de tu carî ne wek axa, ne wek sosyalîstan û ne jî wek kurdperweran tevgeriya û hema ji bo carekê be jî kesî ew bê bedil qerewat nedîtiye, lê dixebite ku partiyeke neteweyî damezrîne. Bêdevjeng a ku Sertac dixwaze pê rabe mîna Mirad Karayilanê serekê gerîlayan ku carcarê […]

Nûçe

Bê çi şerm e, bê çi pê nakeve, bê kurd pê çiqasî piçûk bûn!!

Gelo hema bi tenê bi wî wêneyî jî mabe nade xuyakirin bê Meshûd Barzanî çiqasî teslîmî tirkan bûye! Kurdan tu carî bahwer ne dikirin ku wê Meshûd Barzanî jî di ber bazirganiya barzaniyan a bi tirkan re serê xwe ewqasî tewandibaya û xwe ewqasî piçûk kiribaya!

Nûçe

Ê din newêrîbû navê Kurdistanê û wî jî newêrîbû gotiba ”ma ka ala me a Kurdistanê?”

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê başûrê Kurdistanê bû û li Tirkiyê li pêşberî rayedarên dewletê newêrîbû navê Kurdistanê gotiba û Meshûd Barzanî jî serokê herêma başûrê Kurdistanê bû û wî jî newêrîbû ji rayedarên tirkan re gotiba ”di vê hevdîtina min û we a fermî de li kêleka ala we çima ala me tuneye gelo?”

Nûçe

Kurdino û bi taybetî jî gerîla ha ji xwe bikin, roja pêncşemê dikare rojeke pir bi xwîn be!

Roja pêncşemê Meshûd Barzaniyê ku di destpêka şerê emerîkiyan ê bi Seddêm re pêşmergeyên YNKê tev li xelkê xwe ketibûn Kerkûkê û ew jî derketibû televizyonê, dilê tirkên bêbav xweş dikir û ew tevgera delal a YNKê wek provakasyoneke mezin ha ha bi nav dikir, diçe Enqerê.

Nûçe

Mayin û têlên bi dirî ne bes bûn vê carê jî dîwarên hesinî lêdikin!

AKPya ku piçikekî dide kurdan û çengekê jî ji wan distîne û ronakbîrên kurdan bi çend qirûşkên di rêya TRT6ê re ha ha dikire, niha jî amadekariya ku seranserî Binxet û Serxetê li ser çar metreyan bilind bi dîwarên hesinî rapêçe dike.

Nûçe