SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for januari, 2011

Heta ku masmedya PKKê bi tirkî be!…

Heta ku masmedya KCKa PKKê ji sê pişk û nîvan nîv pişk jê bi kurdî û ê din hemû bi tirkî be, serkêşên KCKê çi bibêjin derew e! Him ji xwe karê wan li ser fêhlbazî, xîp û xapan bi rê ve diçe. Ji xişxişê daketine xirpişê, hew vê dikin!

Nûçe

Ev wehşet bi nasyonalîzma kurdî têk diçe!!

Nasyonalîzm yekitî ye, yekitî serhildan e, serhildan azadî û serxwebûn e. Û azadî û serxwebûn jî bi bombekirina Tirkiyê û kujtina mehmetçîkan, pasdar û el şirtayan pêk tê! Nasyonalîzm, ji xwe hezkirin, ji ber xwe fedîkirin û xwe naskirin e! Nasyonalîzm dijminê riknê solalêsî û kurtêlxwiriyê ye!

Nûçe

Şerê Hizbullahê ê bi kurdan re li devê derî ye!!

Rayedarên AKPa ku bi tiştik miştikên pûç û vala wek TRT6 û gotinkên ”kurd kardeşlerimîz” kurdan diçêrînin, bi hemû haweyî xwe lê şidandine ku bi çi rengî dibe bila bibe ji sedî sed divê li Kurdistanê û Tirkiyê di hilbijartinên sala 2011an  de bi ser bikevin, da hizbullahên xwe ên di mista Fethullah Gulen de […]

Nûçe

Eha ev jî kurdê salê ê herî bi şeref û namûs e!!

Li ser serê bavê şeş zarokan Xidirê mêrdînî, ji roja ku di sala 2002an de ji bo perwerdeya bi kurdî serî li waliyê Mêrdînê dabû û walî jî hema di cih de ew wek “terorîstê herî mezin” radestî polîsên xwe kiribû û heta roja îro, qîr û halan û ferman e!

Nûçe

Gelo ronakbîrên kurdan dizanin ku li ba tirk û ereban navê kûçikan serbest e û navên wan jî hîn qedexe ye?

Her ji çendeyekî nabe ku em di bîra wan ronakbîrên me ên navê wan Mustafa, Murat, Hasan, Mehmet Ali, Huseyin, Suleyman, Nazli, Fatma, Ayşe û temamê birêvebirên rêxistinên kurdên bakurê welêt de neynin û nebêjin ma qey heta bi qiyametê wê navên wê bi tirkî be û hûn ê her bi tirkî bipeyivin û binivîsînin?

Nûçe

Kurdî bi qedexekirina tirkî û kurdayetî jî bi dijminahiya tirkayetiyê bi ser dikeve!

Kurd bi qasî ku xwe ji zimanê tirkî bi dûr bixin û xwe ji tirkan vegirin wê ewqasî jî kurdî û kurdayetî xurt bibe! Kurd bi qasî ku bi kurdî bizanibin wê bikaribin xwe ewqasî jî nas bikin! Kurd bi qasî a ku ne li xêra tirkan be fikirîn, wê ewqasî jî bikaribin di nav […]

Nûçe