SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for september, 2011

Pêşî wargehên eskerî, aborî û balafirgeh bombe dibin!

 Temamê miletê kurd û ewrupî baş dizanin ku PKKê heta roja îro li himberî dewleta tirkan şerekî kurdî li dar nexistiye. Gerîlayên wê ji aliyekî ve û artêşa tirkan ji aliyekî ve Kurdistan kirin qada şer û bi her haweyî kurd ji taqet xistin. Kî vê nizane?…

Nûçe

Pêşketineke din e delal a birêvebirên PKKê!

Wilo xuyay ye birêvebirên KCKa PKKa ku bûbûn sembola teslîmiyetê û bi destên xwe kurd dikirin tirk, bi selewat û tekbîran be jî, piç bi piç ber bi kurdayetiyê ve diçin. Wek nimûne, ev çend meheke ku hejmareke bilind xelkê kurd li ser gotina birêvebiran dev ji misilmaniya tirkî berdane û bi kurdî misilmaniya xwe dikin…

Nûçe

Biryareke ji hew bêhtir delal e, lê heger dîsa ne henek menek be!

Belkî ev cara duduyan e ku PKK di temamê tarîxa xwe de du biryarên tam kurdî dide. PKKê bi a ku xelkê kurd ji mizgeftên bi tirkî derxist kolanan û îbadeta bi kurdî bi wan da kirin, karekî bêhempa kir! Erê, kurd jî heta ku mîna tirkan, ereb û farisan karekterekî kurdî nedin isalama xwe […]

Nûçe

Heger ne ji teslîmiyeta Konseya KCKa PKKê baya!…

 Heger ne ji teslîmiyeta konseya PKKa ji girtina Ocalan û vir ve baya, rewşa doza miletê kurd jî wê ne di vê kambaxiya îro de baya û mehmetçîkên teres û pasdarên minafiq nikarîbana bi vî haweyê kesnedîtî agir bi ser serê kurd û Kurdistanê de bibarandana!

Nûçe

Ew ê nikaribe 5 mehekî li wan deran bimîne!

Serokê PSKa 30 salekî Kemal Burkayê ku heger ne ji wê zir hêza PKKa ku, bi henekan be jî, li himberî dewleta tirkên teres serî hildaye, wezîrên tirkan li derehan bihêlin, başçawîşekî tirk bê çî ye, pê re rûnedinişt, gelo wê karibe 5 mehekî li Tirkiyê û Kurdistanê bimîne?

Nûçe