SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for oktober, 2011

Gelo ji bo çi gerîla Sam7 bi kar nayîne?

Ji wê roja ku misilmanên terîqeta Fethulah Gulen bi navê AKPê bûn şirîkê desthilatdariya dewletê û  bi taybetî jî piştî ku di hilbijartinên vê dawiyê de bi hemû hayewî dewlet zeft kirin, ji aliyekî ve destê xwe di ser serê hin siyasetger û ronakbîrên me ên tirsonek, qure û pivikî re birin û anîn û […]

Nûçe

Hûn alî me nakin li me jî nexin!!

Birêvebiriya YNKê û bi taybetî jî a PDKa ku ji zû de xelkê me ê başûrê welêt, temamê miletê kurd, bi dehan dewletên dinyayê û heta gelek serokhêzên dewletên ereb û ên Iraqê jî li ser, daxwaza damezrandina dewleteke kurdî li wan kiriye û wan jî ji tirsa rayedarên tirkan û berjewendiyên xwe ên bi […]

Nûçe

Sipas gerîla!!

Di tarîxa PKKê de, li gora min, ev cara sisê yan jî çaran e ku birêvebiriya PKKê bi haweyekî kurdî û ewqasî jî insanî,  derbê li mehmetçîkên teres lawên teresan dixîne! De here ha, ên me wilo ne, mîna gur lêdixin û hiltînin!…

Nûçe

Ka qaşo ”êzîdî kurdên resen”bûn?

Konferansa kurdayetiya di bin banê êzîdiyê de ku bi destûra serekên PDKê wê di pazdehê vê mehê de li Şingalê li dar ketibaya, mixabin ji bal serekan ve, bê vir de û wir de, hema ji nişkê ve di roja dawiyê de hate betalkirin. Heta vir temam, lêbelê a ku dihêle mirov kirasê xwe biçirîne […]

Nûçe

Hema heçê ji vê pevçûnê bireve diya wî jina wî be û hew!

 Pevçûn! Kurdo, ma ne hey tiştekî ku tu winda bikî nemaye. Ma ji vê bêşerefiyê mezintir bêşerfî ma ye ku navê kûçikan heye û navê te hîn jî tuneye!

Nûçe

Dîsa tifa xwe alastin!

Ji wê roja ku li gora rîwayeta islamê ez jî bûbûm zilam û heta roja îro, min tu carî şexsiyet û siyaset ji hev cihê nekiriye û min negotiye ji bo ku mirov bi ser bikeve carina mirov divê derew û bêbextiyan bike û şexsiyeta xwe bide nav lingan. Li gora min, mirov bi şexsiyeta […]

Nûçe

Vê carê jî kirin wek artîstên di rola ”qalêşan” de!

Flîmên tirkan ên salên 1970î xweş tê bîra me nivşên wan deman. Me hemiyan Behcet Nacar, Erol Taş, Danyal Topatan, Bîlal Încî û hwd. bi rola wan a kelêşiyê baş nas dikir. Ev artist diketin rolin wilo ku gava dawî li flîman dihat ji ber rolên xwe ên solalêsiyê dibûn wek pepûkan û kî dihat […]

Nûçe