SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for november, 2011

Ew mabû ew jî girtin!

Birêvebirên AKPa ku ji tirkên herî bêbav pêk tên, di dawiyê de Mehmûd Alinakê ku di nav BDPê de kurdê herî welatperwer û xwedî şexsiyeteke payebilind bû jî girtin; girtin lê di girtina wî û heta a temamê BDPiyan de rola Konseya KCKa ku ji girtina Ocalan û vir ve doza miletê kurd daxist xişepişê,xelkê […]

Nûçe

”Faşîst” be jî tiştekî baş kir!

Kî çi kirasî lê dike bila lê bike, kî çi fesalê didêyê bila bidêyê, kî çi solê têxe lingan bila têxêyê serokwezîrê tirkên zalim Receb Teyiberdogan, li ser navê dewletê, bi qebûlkirina qetilama Dêrsimê karekî baş kiriye. Helbet di bin wî kevirê hildayî de pir kevirên giran hene ku serokwezîr pê li serê xelkê me […]

Nûçe

Karê pêşiyê hema hema her tim di dawiyê de kirine!!

Gotineke bav û bapîran heye dibêjin, ”heta ku serê me kurdan neşike hişê me nayê serê me!”Îcar kurdên îro, û bi taybetî jî birêvebirên KCKa PKKê, BDPê û ên di wê guherê de dilivin, serşikandina wan li dera han bihêlin, tirkan, ereb û farisan serê wan bi lêdanê kirine felqe felqe û deverekî wan î […]

Nûçe

Wek vî ku belaş çû tune!!

Birêvebirên KCKa PKKê bi biryara ku bi Mensûrê qulpî keştî dan revandin dîsa bêritiyeke wilo bêûjdan kirin ku bê yasitar!…

Nûçe

Hema hema temamê misilmanên dinyayê li himberî kurdan wek wî wilo bêbav in!

Hîn ji wê roja ku kurd bi devê şûr bûne misilman û bi tofana ku Selahedînê Eyubî bi serê kurdan anî re, yanî islam ji destê ewrupiyan xelas kir, di bin qerpalê xwe ê erebî de zembereka zemên bi qudreta kurd ji zilma ereb re bada û li Rohilata Navîn çerxa tarîxê di xwîna kurd […]

Nûçe

Madem ew kimyasalê bi kar tînin, bila ên me jî…!

Madem mehmetçîkên tirkên misilman li himberî gerîla kimyasalê bi kar tînin, bila gerîla jî  bombeyên ji DDTa rengpijirandî û saroxên bi jehra miçikandî biavêjin qijle û qereqolên wan! Ew alav û afrînerên alavan di destê PKKê de hene.  Birêvebirên PKKê çima nakin? Çima robotên li himberî helîkoptaran bi kar nayînin? Tiştek ji xerabiyê hêsantir nîne; tirkan, hema hema, di her kesî de her tim ew kiriye […]

Nûçe