SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for mars, 2013

Serok Altaxus!

Eha îro tam wextê xwendina vê kitêbê ye! Bixwînin da hûn hîn bêhtir bizanibin ku wê ji vê Konseya birêz Ocalanê pîberê neyaran liv û tevgereke kurdane dernekeve! Altaxus

Nûçe

Malwêrani û mirina miletê kurd e ku gerîla kozikan berde!

Pêşî di vê ez bibêjim ku PKKê, hema hema, zikê her kesî êşandiye, pêstûrî li her kurdî kiriye û ji delavê kurdkujan pir vexwariye! Sûc û xeta mirov çi dibe bila bibe, nabe ku mirov li ser sûc û xeteyan, di mizgeftan de û li ser bênderan xelkê li hev bicivîne û sûcdarê xwe bizirîne, […]

Nûçe

Rev û teslîmiyeta xwe wek difr û paye û marîfet pêşkêşî xelkê dikin!

Desthilatdariya PDKê û YNKa ku li başûrê welêt hîn jî nebûye xwedî statuyeke nav dewletî û bidestxistina statuyê di binpêkirina PKKê û fetisandina doza kurdên bakurê welêt de her tim didît, di dawiyê de xuya ye bi serket. Bi rastî di derbarê kurdayetiya birêvebirên PDK û YNKa ku ji rûxandina Seddêm û vir ve başûrê […]

Nûçe

Bêdengiya li himberî teslîmiyeta gerîla felaket e!

Tarîxê, ji avakirina Cûmhûriyeta mehmetçîkan û bi taybetî jî di van sîh salên dawiyê de bi dehan caran peyitandiye ku tirkan, ereb û farisên misilman, komunîst û temamê binket, serket û berketiyên wan daxwazeke kurdan a herî piçûk jî qebûl nekirine û kurd di xwînê de gevizandine. Bi rastî mirov carina li hin ronakbîrên me […]

Nûçe

Bêbextî û xiyaneta herî mezin bi Ocalan re dikin!

Bi rastî li himberî eva ku konseya KCKê û peydûkên wê, zir barê zir doza zir miletekî li ser pişta Ocalanê hêsîrê mehmetçîkan kiriye, kirasê xwe biçirîne jî heqê mirov e! Hêsîrî tiştekî pir zor e, îcar gava ku mirov hêsîrê destê tirkan be, jê zortir tiştek nîne! Bila mirov hêsîrê destên kafirên herî lewitî be […]

Nûçe