SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for april, 2013

”Hevalkuj” dîsa li strana ”Şerê me ê li Bagokê” vegeriyan!

Li girtîgeha Diyarbekirê, piştî liberxwedana me a sala 1984an, girtîgeh hinekî xweş bûbû. Xweşbûbû yanî wilo xweş bû: Mehmetçîkan êdî nema karîbûn jopên atatirkî, çixareyên samsûnî, şûşeyên izmîrkî, melkesên stenbolî têxistana destava me, kindir bi gunên vî û wî û me hemiyan ve girênedabana û bi vir de û wir de ji xwe re çûr […]

Nûçe

Problema kurdan a herî mezin şexsiyet e!

  Wek tê zanîn, di her civakê de sinifekî serdest heye û ew sinif, fikar, rih û exlaqê civakê dişekilîne. Û li welatê me jî ew sinif her tim tirk, ereb û faris bûne.

Nûçe

Ez bahwer dikim ku gerîla wê vî hesabî ji we bistîne!

Navê teslîmiyetê kirine aşitî! Navê xiyanetê kirine çareserî! Navê solalêsiyê kirine demokrasî!….

Nûçe

Binerin bê ji wan xortên ku mîna namûsa kurd û Kurdistanê ji hev çilvirandî re çi gotibûn!!

Serekên KCKa ku xwe û gerîla û em kurd hemû bi miletî miftî belaş pêşkêşî tirkan kirin, ji wan xortên ku mehmetçîkên teres lawên teresan cendekên wan mîna namûsa kurd û Kurdistanê ji hev çillvirandî re jî gotibûn:

Nûçe

Ji “Hamidiye Alaylari” ber bi ”Apo alaylari” ve!

Kesî bi qasî serekên PKKê Idrîsê Betlîsî bi sebeba ku bûbû şêwirdarê Siltan Yavuz Selîm, du pişkên Kurdistanê ji dest sefewiyan derxistibû, bi ser osmaniyan ve berdabû û li himberî wê aqilmendiya xwe jî statuyeke kurdî bi dest xistibû, Diyarbekirê kiribû paytext û bi navê mezinê kurd û Kurdistanê li Diyarbekirê rûniştibû bi cahşitiyê tawanbar […]

Nûçe

Aqûbeta Şemdîn Sakik kare bê serê Mirad Karayilan jî!

Mirad Karayilanê ku ji tifaqa emerîkiyan, cihû, tirk, barzanî û telebaniyan behetiye û bi hemû haweyî teslîm bûye, pêşî divê derkeve serserê çiyayekî bilind û yan jî xwe berde binê heft şikeftên heft derî ên di berpala çiyayê Cûdî de û sê-çar cercûrên keleşofan biteqîne, da ji temara mirina teslîmiyetê hilqevize, hişê wî bê serê […]

Nûçe