SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for oktober, 2013

Hebûna wek tunebûnê!

Insan pê re dijî û hîn dibe; ev aliyekî insên e. Bawerî ji vir tê. Insan pê re nejî jî hîn dibe; ev jî aliyekî insên  e. Vir maka şikê ye. Insan dixwaze bijî û hîn bibe; ev jî aliyekî insên e û ev alî kaniya jîn û jiyan û bizavê ye. Xwendin, dîtin, bihîstin, […]

Nûçe

RONAKBÎRÎ, ISLAM Û SIYASET!!

Tarîxa ronakbîriyê kevin e. Ronakbîrî, ji wê roja ku insên aqilê xwe bi karaniye û berê xwe daye kayinatê de heye. Insên di xebitandina aqilê xwe de anatomiya xwe, ruh, made, sirûşt û tevgera wê nas kir. Insanên ku aqilê xwe dabûn xwedayan û bi aqilê wan xewdayan hov dijiyan, bi keda ronakbîran li xwe […]

Nûçe

WELATPERWERIYA RÊXISTINÊN EŞÎRA LÛLÛ Û ZÛLÛ!

Di sala 1992an de di gel çend kurdan ez çûbûm Efrîqaya Başûr. Armanca çûna min tiştek bû, lê ez li tiştekî din rast hatim û vî tiştî jî ez ber bi gelek tiştan de birim. Tişt û tişt li min bûn bar; bêr ez gindirandim û min carekê dît ku ez û hevalekî xwe em […]

Nûçe

SIFIR – YEK – OCALAN – PEYREW – XELK!

Li her derê dinyayê tarîxa dîktatoran kêm-zêde wek hev e. Di nav mexlûqatan de bi qasî ku dîktator dişibin hev, tu mexlûqat wilo naşibin hev. Dîktator mîna hev dizirin, direyin, didirin, vedişêrin, dikujin û dixwin. Temamê mirovan di çavên dîktatoran de ne tiştek in. Dîktator her û her xwe ê yekem û wekî din jî […]

Nûçe

ZIMAN Û SIYASET

Li gora min, li bakurê welêt çewtiya rêxistinên me a herî mezin ew bû ku Kurdistan perçeyekî dinyayê dîtin û tevgera xwe a siyasî jî li gora reng û dengê dinyayê gerandin. Kurdistan ne perçeyê dinyaya emperyalîst û ne jî a sosyalîst bû; ew perçeyekî dojehê bû. Zebanî û Zulcelalê vê dojehê ereb û faris […]

Nûçe

Eha ev biryareke kurdane bû!

Birêvebiriya başûrê Kurdistanê navê bi karanîna ”Bakurê Iraqê” qedexe kir. Li gora vê biryara delal, êdî tu şirket wê nikaribin bi navê Bakurê Iraqê têkiliyan bi tu kesî re deynin. Li ser terempêla ku Bakurê Iraqê hatibe nivîsandin, ew terempêl hema di cih de wê bêrawestandin. Û a herî baş jî gava yekî di dezgehên […]

Nûçe

Alayên Siltan Abdulhemîd, Konseya PKKê û kurdên îro!

Bi dû altaxiya ku Idrîsê Betlîsî di qernê 16an de bi kurdên (elewî, şîî, kizilbaş) re kiribû, yanî artêşa siltanê osmanî Yavuz Selîm berdabû ser zikê wan û bi zêç û zar dabûn ber devê şûr û riman, li himberî wê xiyanetê serek eşîrên kurdên Idrîs bûbûn mîr û amîr û heta nîv-qernê 19an hikim […]

Nûçe

Roja ku “ARGKê girt ser kerxaneya Mersînê!”

Roja ku “gerîllayên ARGKê” li Mersînê girtibûn ser kerxaneyê, bekçiyek kujtibûn û yek jî giran birîndar kiribûn, ez li Uppsalayê mêhvanê dostekî bavê xwe bûm. Dostê bavê min alîgirekî PKKê, mirovekî mervan û xwedî kultureke tam kurdî bû. Li şensê wî ku ez zû pê ve giham û min nehişt ku xwe bi nav PKKê […]

Nûçe

Hemşê û Hemşo û xuşk û birayetiya kurd û tirkên Ocalan!

Hemşoyê ku di wextekî de Ocalan bi dîn û îmana xwe ne dida û li vir û wir ha ha digot ”heval, ji nav temamê fêkiyan ez ji hêkan û ji mexlûqatan jî ez pir ji Serok Apo hez dikima”, bi Hemşoya keça Qelşoyê aşîtî re dabû nîvê sûka Qamişlê û bavê Hemşê ji wir ve […]

Nûçe

Di ”Konferansa islama demokratîk” de jin û mêrên tarikselat û bi cenabet!!

Wilo xuya ye, ji bo ku rayedarên AKPê birêvebirên BDPê û temamê dezgehên apoyiyan tam pîs bikin, wê bi rêya birêz Ocalanê pîberê tirkên herî bi qirêj, vê carê jî konferans û dû re jî kongreyeke islamî li dar bixin! Ez ê ewqasî ji naveroka vê konferansê nepeyivim, ji ber ku bi yek gotinê armanca […]

Nûçe