SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for november, 2013

Barzanî bi îlankirina dewleteke kurdî him efû dibe û him jî….

Li gora têgihiştina min a dîrokî û civakî birêz Meshûd Barzanî di demdoma sereketiya xwe de gelek xeteyên mezin kirine. Lê belkî tu xeteyên wî bi qasî a ku di destpêka şerê Iraqê de qeweta  xwe û telebaniyan nekir yek, dema ku talabaniyan pêşmergeyên xwe ajotin Kerkûkê û ew jî li himber derket, mezin nebûye; […]

Nûçe

Ev tirka ha dibe seroka şaredariya Diyarbekirê!!

Em ji ku hatin ku!! Dema ku mirov çewt dest pê kir, helbet çewt jî wê biqede. Û me jî hîn ji serî de çewt dest pê kiribû: Şerê sosyalîzmê şerê karkeran bû û li Kurdistanê jî karker tunebûn. Lê rêxistinên kurdên bakurê welêt  û bi tayebetî jî PKKiyan kurd kirin 101 tebeqe û sinif […]

Nûçe

PELQO Û ÇELQO Û VIRQO!

Pelqo, Çelqo û Virqo pismamên hev bûn. Pelqo ji deşta Diyarbekirê, Çelqo ji tora Mêrdînê û Virqo jî ji deşta Heranê bû. Serpêhatî dûdirêj e, lê ez ê kurt lê bixînim. Misilmanên temamê kayinatê di bin seroketiya El Mehmet, El Zirdeganaxayî, El Ehed û El Wehed de a xwe li bavê Pelqo, Çelqo û Virqo […]

Nûçe

Em ê îcar niha raya xwe bidin vî sosyal faşîstî ha?

Yanî niha ewqas destavêtin, kujtin û pîskirina me hemû ji bo ku ev sosyal faşîst bûba mezinê me, ha! Mirov a ku Ocalan ji bo çi kemalîzma Atatirk diparêze fêhm dike, lê a vî Sirri Sureya Onderî ka em ê çawa fêhm bikin!! Na xwe kê kurd bi sed hezaran li Palû, li Geliyê Zîlan, […]

Nûçe

Em ji vî û wî kîjanî hilbijêrin?

Ji dêvla PYDê El Qaîde ba baştir bû gelo? Ji ber ku PYD zendekî PKKê ye, û li gora hin dîtinên vêl PKK jî partiyek e, partî çawa analîz dibin, pêşî divê ez wê hinekî vejenînim û hema pê re serguherî asas mijara xwe bibim. Dema ku mirov partiyek analîz kir, mirov ji prensîpên ku […]

Nûçe

PKK bila pêşî navê kerxaneyên tirkan ji ser gundên kurdan rake û dû re…..

Ev çendeyeke min daye ber xwe ku ez navê temamê kerxaneyên tirkan bi dest bixim û binerim bê rayedarên dewleta tirkên misilman navên van kerxaneyan li çend gundên kurdan kirine. Hetanî niha min dît ku navê kerxaneya Izmîrê Tepecîk li Heramiya Dêrikê, navê kerxaneya Stenbolê Karakoy li Xerabreşka Stewrê û Reşêya Heskîfê û navê kerxaneya […]

Nûçe

Xwedê, Şeytan û insan!

Hinekî bi xwe dakeve! Tu çî yî, tu çima heyî û tu ji bo çi saxekî ji mirîyayî? Tu him heyî û him tuneyî?  Hinekî li kayinatê bifikire!  Hema bêhnekê be jî xwe ji xofa xwedayên ku bi rêya dîndarên dilpak di bin zanyariya me de sawêr girtine bêrî bikin û bi mantiqê fîlozofên çend […]

Nûçe

Hewar ji destê te Mela!

Îro ji zilma misilman, Kurdistan dinale Mela Welat dane ber xinceran, Laleş birîndare Mela!    Ez bûm sofî û bûm mofî, min da serî şaş û kefî Bi vî rengî jî bûm nefî, qey te negot berde Mela!

Nûçe

Wek Hesenê Axê li min hatiye!!

Hesenê Axê pencînarî bû û li Dêrzendîqa Nisêbînê rûdinişt. Dêrê gundê wî bû. Kalkê me Hesen kurmancekî  merd û mêrxas û pir hezkirê dengbêjiya kurdî bû. Kêfa wî pir ji min re dihat.  Lê mixabin di salên ku apoyî ,yanî PKKî ji hew bêhtir xurt bûbûn û dawet û stranên kurdî rakiribûn, karê  kalkê me […]

Nûçe

Min çi ji serdana Meshûd Barzanî a Diyarbekirê fêhm kir?

Berî ku ez hin dîtinên xwe ên di derbarê vê serdanê de bi kurtî bînim ser zimên, pêşî divê ez dîsa wek her tim zir ferqa di navbera PDKê û PKKê de bi du gotinan destnîşan bikim, da mirîdên Ocalan û heyranên Barzanî min baştir fêhm bikin bê ez çi dibêjim! Ez vê dibêjim:

Nûçe