SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for november, 2013

XIYANET ÇÎ YE?

Xiyanet ne bi tenê ew e ku mirov wek kurd bi desthilatdarên tırkan, ereb û farisan re li dijî hêzên kurdperweran tevbigere, li dijî cehş û xwefiroşên kurdan jî tevbigere xiyanet e. Cehş û xwefiroşan li dera han bihêlin, bi wan re tevgera li dijî gur, hirç, kûçik, pisîk û temamê rihberên welêt dîsa jî […]

Nûçe

Em çawa dikarin ji destê tirkan û apoyiyan rizgar bibin?

Sabîno Arana y Goîrîyê ku wek bavê nasyonalîzma baskan dihat naskirin, hîn ji salên 1900î de gotibû ku “mezlûm jî heta ku serê zaliman neşikînin, zalim ew ê li wan guhdarî nekin!” Û ETAya ku ji bal du xwendekarên unîversîteyê saz bûbû, ew zihniyeta Sabîno bi kar anî û di dawiyê de devê zalimên spanî […]

Nûçe

Heger rast be bi Barzanî nakeve!!

Têgotin ku Meshûd Barzanî di vê çûna xwe a Diyarbekirê de Şivan Perwer jî bi xwe re tîne. Bi rastî ji ber ku PDK car carê xwe  bi kirasê  dewleta tirkan nixumandiye û di van salên dawiyê de ha ha xwe dinixumîne, bi min mantiqî hat ku dibe  Barzanî bi çîewtiyeke wilo rabe û  Şivên […]

Nûçe

”EM BI VÊ QÛŞÊ NAGIHÊN MÛŞÊ!”

Tuncer Bakirhan tirk bû; tirkekî ku xwarziyê musteşarê MITê û serokê HADEPê bû. Û HADEPê jî mezinahî li kurdan dikir. Îcar ma dibû ku em bi wê qûşê bigihana Mûşê gelo? Me kab hilda ker û pik, xelkê revandin motik…

Nûçe

Qurpe qurpa tirkiya televizyona bi navê Ronahiya PKKê ye!!

Televizyona Ronahî a ku PKKê ji binxetiyan re vekiriye bi tirkî û tiyatroya tirkî dest bi weşana xwe kir! Îcar qed nabe ku ez ê dîsa wan her du hevokên xwe di derbarê kurdxayinan de nebêjim: Min gelek caran nivîsandiye, her wilo jî her tim min gotiye û ez ê her bibêjim.

Nûçe

DEMOKRASIYA TIRKAN Û AQILÊ ME KURDAN!

Tişt bi tiştan dijî û dibe tiştek; tişt tune bin, tişt ne tiştek e. Û her çi ”demokrasî” ye jî tiştek e. Ew tiştekî wilo ye ku koka wê di qelş û herxên zemên re derbasî avtêzana tarîxê bûye. Insên kultur afirand û kulturê jî insan kir insan. Û demokrasî jî kultura pevçûn û liberxwedana […]

Nûçe

KU TIRKIYÊ BIBE ENDAMA YEKITIYA EWRUPAYÊ DOZA ME TÊK DIÇE!

Li gora ilmê pisîkolojiyê çawa ku her mirov dikare xwediyê xwe û hin taybetmendiyan bin, wilo jî her milet dikare xwediyê xwe û hin taybetmendiyan bin. Û li gora min jî, heger siyasetger û ronakbîrên me ên kurdên bakurê welêt ji van taybetmendiyan baş fêhm kiribana, îro belkî bi tirkan re ewqasî nebana dost û […]

Nûçe

AKP bi PKKê dîwaran lêdike!!!

Rayedarên AKPa ku bi rêya birêz Abdulah Ocalanê pîberê tirkên herî misilman, xiçkên Konseya KCKa PKKa kurdxayin xistine destên xwe, di vê carê de kurd tam xistine çeqûbera xwe û bi wan re bi hêlê dilîzin! Ku em piçekî li pirêza PKKê binerin:

Nûçe