SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for december, 2013

Xezeba Azadiyê (perçeyek ji romana xezeba gerîla)

Di êvareke nîsana sala 1992an de, gurceke xezalan bi meşa qitikê li guhera Mexelan çû û hat û li vir û wir temaşe kir; ne kesek dît û ne jî pêjna tu kesî kir. Xwe da ber latekî bilind û buxçika xerzanî ber bi xwe de kişand. Bi lez cil ji xwe kirin. Û bi […]

Nûçe

PERÇEYEK JI ROMANA ”SÊ ŞEV Û SÊ ROJ”

Heso û Hemo xwe ji ser gund dagerandin û di rohilatî gund re meşiyan. Kûçikan xwe berdan pêşiya wan. Kûçikekî jê bi haweyê ku wan bidire, êrîş kir. Hemo kevirek li nav parxwanên wî xist, waqînî pê ket û reviya. Heso di ber xwe de beşişî, li gund nerî û bi qerf got: ”Terî ji […]

Nûçe

EDEBIYAT HINERA ZIMÊN E Û ZIMAN JÎ NASNAMEYA EDEBIYATÊ YE

Herçendî me ziman weke nasnameya edebiyatê bi lêvkiribe jî, ew di heman demê de nasnameya miletî ye jî. Ziman motorê kulturê ye. Zanist, fkir, hiner, edebiyat, muzîk, wêne, tiyatro û hwd. bi zimên dijîn. Karekter û şexsiyeta miletî bi zimên heye. Kesayetî (Îdentîtet) bi zimên dikemile. Milet kelax e û ziman jî giyana wî ye. […]

Nûçe

Demokrasî tiştek e û doza miletê kurd tiştek e!!

Doza miletê kurd dozeke miletî, welatî û dewletî ye. Û dozên wilo jî li tu derê cîhanê bêgirtin û kujtin û malwêrankirinê safî ne bûne. Bi destxistina azadiya miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê, bi parlamentarîzmê û nexasim jî bi parlamentarîzma tirkan, ereb û farisan tu carî wê safî nebe; heta ku kurd û Kurdistan di […]

Nûçe

Navê vê “aşitî û biratiye!”

Qaşo piştî şerê sîh salaî, piştî wêrankirina bi hezaran gundan, piştî bi derkirina bi milyonan kurd û kurdistaniyan, piştî kujtina kurdperwerên wek Hikmet Fîdan ku bi destê apoyiyan hatin kujtin û di nav wehşeta Zindana Diyarbekirê de deh salan bi zêç û zarên xwe ve şewitîbûn, piştî wê qas liberxwedana me a ku mehmetçîkan li […]

Nûçe

Navê wî Mûhemmed bû ewqas kujtin, îcar ku Xwedê ba wê çiqas kujtibana?

Vî  kesê ku hûn wî di şibhê yamyaman de dibînin polîsekî hikûmeta bajarê Hewlêrê bû. Vî yamyamê bi navê Mûhemmed Ezîz li ser daxwaza fermandarên hikûmeta xwe a ku nikarin bi biryarekê mehra ereban ji ser xwe hilînin û hîn jî biryara kujtina kûçikan didin, di hindurê sala 2010 de 668 kuçik kujtibûn. Û min […]

Nûçe

Konseya KCKê xiyanet bi Ocalan re kiriye!

Dema mirov dinyayek gotar û kitêbên ku Ocalan nivîsandine xwendin, bi hêsanî mirov wê bibîne ku Ocalan û PKKa wî jî, mîna pêxember û islama wî, tiştê ku jê nepeyivîbin û têkilî wê nebûbin nemaye.

Nûçe

Gotin gotinê fik dike!!

Bi keleşkofan li himberî balafiran şer nabe. Ker nikare bi hespê re bibeze. Piskilêt bi texsiyê re serî dernaxe. Mêr rabûkirî û jin jî rûniştkî dimîze. Tu çima van gotinan dibêjî? Dev ji min berde min aqilê xwe berdaye! Ezman erdê dilerizîne. Nerîneke bi vî rengî dibe ku ne rast be, lê insên wilo qebûl […]

Nûçe

Axa gundê Ocalan di labratovarên Elemanyayê de!!

Wek tê zanîn, bi salan e ku hin mirîdên Ocalan axa ji gundê wî wek tiberk û miqedesateke xwedayî bi xwe re hiltînin û di nav xwarin û vexwarina xwe de bi kar tînin. Lê piştî ku birêvebirên PKKê bi navê çareseriya demokratîk ji aliyekî ve şêrgeleyên xwe bêyî ku bi hezaran çend hevalên xwe […]

Nûçe

Sosyal faşîstên me ên BDPê bi faşîstên CHPê re li hev kirin!

BDPa ku bi navê HDPê xwe li tirkayetiya kurdan şidandiye, hêdî bi hêdî ruyê xwe ê sosyal faşîst  derdixe hole. Birêvebiran îro ji bo bidestxistina şaredariya navçeya Beyogluya Stenbolê bi CHPê re li ser sereketiyeke hevpar li hev kirin. Serok bi navê CHPê, û BDP û çi çepên din ku hene wê hemû wî destek […]

Nûçe