SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for mars, 2014

Ocalan vê carê baş kir!!

Di derbarê hilbijartinên şaredariyan de helwesta Ocalan bi fisekiyên serekên Sosyalfaşîstên HDPê (sosyalfaşîst dibêjim, ji ber ku li gora lîteretora sosyalîst-komunîstan, tirkên ku wek demokrat tên zanîn, gava bi rê û rêbazên ên wek Atatirk tevgeriyan, ji wan re sosyalfaşîst, û ji kurdên Atatirk parêz re jî cehş tê gotin), heşkere bû ku heger ne […]

Nûçe

Nerîna min a li ser BDPê û serketina wê a di hilbijartinan de!

Li ser daxwaza hin dost û hevalên ku min bêgavî nerîna min a di derbarê BDPa PKKê û hilbijartinan de kirine, dîsa dibêjim bi salan e wek prensîp ez li dijî ku kurd rayên xwe bidin partiyên tirk û tirkparêzan. Li bakurê Kurdistanê her çi partiyên ku hene bi reng û deng û hestên xwe […]

Nûçe

Xwezî bi ”Korucu”tiyê û ne bi Cehşitiyê ba!!

Çî ye Korucu û Cehş? Herdu jî her çiqasî wek bastêq û beniyên di kewarkê de xuyanî bikin ew dîsa jî du têgehên ji hev cIhê ne. Korucu bi kurdî Peya  û Cehş jî Nûker e.  Bi zarekî din, Peyatî + zilamtî û Cehşitî + Pîberayetî . Wek nimûne, peyayê axê, û  pîberê  axê. Peya […]

Nûçe

Newroza li Diyarbekirê bi me çi da fêhmkirin?

Hema wilo yekser; 1. Newroza Li Diyarbekirê şikên rayedarên dewleta tirkan ên di derbarê ”Demokratîk Ozerklik”a ku wek nîv-desthilatiyeke kurdîstanî dihat fêhmkirin, resmiyeta zimanê kurdî û vekirna xwendegên kurdî de bi carekê ve ji holê rakir. Newrozê bêhna rayedaran û xelkê wan ê dijminê riknê miletê kurd derxist! Êdî ji vir û pê ve wê […]

Nûçe

Newroza gerîla û mehmetçîkan pîroz be!!

  Tiştek bi qasî ku bindestî dikare mirov pîs bike tuneye!! Zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane! Pevçûn! Bi zaliman û kurdfiroşan re heta bi mirinê pevçûn! Xwîn bi xwînê

Nûçe

Vexwendina ji bo hefteya Helebçe

Komela Çandî û Piralî ya bajarê Ludenşaydê (Ludenscheid) bi alîkarî û beşdarîya Komela Hevkarî ya bajarê Berlînê hefteya bîranîya jenosîda Helebçeyê li dar dixe. Hefteya bîranîya jenosîda Helebçeyê wê di navbera 30ê Adarê û 11ê Nîsanê de bê lidarxistin. Wê di hefteya bîranîya Helebçeyê de behsa pêvajoya Helebçeyê bê kirin, bi wêne û kurtefîlmên li ser Helebçeyê wê beşdar bên agahdarkirin.

Nûçe

Dibêjin ku ”em berê xwe didin kerxanê û li mêj dikin!”

Li bajarê Antalyayê tam li tenişta kerxaneyeke ku 45 salên wê ye vekiriye, mizgefta ku bi navê Hezretî Hemze di sal 2008an de dest bi avakirina wê bûbû, di sala 20009an de qediyabû û xelkê dest bi îbadeta xwe kiribû , (Hemze apê pêxember bû),   û li gora rojnameyên tirkan, xelkê pir bi xwe […]

Nûçe

Heta ku ev li ba xelkê tirk ewqasî mezin be!!!

Vir Izmîrê ye. Ev peykerê Atatirkê ku bi qasî çiyê bilinde tu dibînî, li ser daxwaza partiya CHPa ku qaşo sosyaldemokrat bû, di sala 2006an de hatiye çêkirin Îcar heta ku ev qesasê mirovahiyê li ba serekên xelkê tirk ewqasî mezin be, xelkê tirk wê tu carî nebe insan, destên xwe ji pêxêla kurdan nekşîne […]

Nûçe

Zimanê me jî wek doza me tirovirî kirin!

Van rêxistinên me ên kurdo-tirk, malperên wan ên ji zimanê rût û zelût û televizyonên wan ên ku ji kesên pivikî pêk tên, hemas hema tiştekî bi kurdî di hevoksaziya kurmanciya me de nehiştin! Kurmanciya me li gora mantiqê tirkî û hevoksaziya wê ha ha bi bi kar tînin. Heger wilo biçe, di demeke nêzîk […]

Nûçe

Ew jina wî ye ha!!

Bi rastî mirov nizane çawa bibêje, çawa bike hewar hewar û xweliya temamê çolên ereban bi serê xwe dake! Belkî heta derekê dibû mirov karibe zewaca zarokên neh,deh salî ên hezar û çar sed sal berê qebûl bike, lê îro çawa dibe? Di vê dewra jîr û zanhi û vê zir teknîka bilind de zewaca […]

Nûçe