SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for augusti, 2014

Xezeba dewleta kurdî li êzîdiyan barî!

Çiqasî bi wir de diçe ruyê desthilatdarên başûrê welêt hîn bêhtir xuya dibe! Rêzdar Meshûd Barzanî divê bi miletê kurd bide zanîn bê çima pêşmergeyên xwe ên ku li derdora 2000î di herêma Şingalê de bi cih kiribûn, xelk bi tena serê xwe hiştine û vekişandine.  Û niha jî bi amadekariyeke mezin li şînwaran vedigerin […]

Nûçe

Li Şingalê bi namûsa êzîdiyan re namûsa miletê kurd kirin pênc pere!

                        Ji roja ku li ser fermana hin desthilatdarên başûrê welêt komên pêşmergeyên ku li Şingalê û derdora wê ji bo paraztina zêc û zarên êzîdiyan bi cih bûbûn û bi êrîşa DAÎŞê re bêyî ku li paş xwe binerin bê wê erebên teres […]

Nûçe

Di xwepêşandanê de êzîdî bi tenê bûn!!!

Xwepêşandana ku êzîdiyan li bajarê Silêmaniyê li dijî reva pêşmergeyan û wehşeta ku bi dû wê reva revî de çekdarên DAÎŞê bi serê xelkê de anîbûn li dar xistibûn, ji ometa misilmanên xelkê kurd kesek beşdar ne bûbû. Xwepêşandana ku ji sed-du sed xort û mêrên êzîdî li Silêmaniyê û derdora wê kar dikirin pêk […]

Nûçe

Mîr Tahsîn jî got: ”pêşmergeyan xiyanet bi êzîdiyan re kir!”

Mîrê êzîdiyên Şingalê û temamê dinyayê Mîr Tahsîn di televizyona Rûdawê de bi haweyekî zindî,  îro seet di 22:15 ên şevê de wilo peyivî: ”Pêşmergeyên ku ji bona paraztina xelkê me ê êzîdî hatibûn Şingalê xelk bi tena serê xwe hiştin û ji ber çekdarên DAÎŞê reviyan. Pêşmergeyan xiyanet bi me re kirin. Helbet ew […]

Nûçe

Barzanî û talabaniyan çima bêbextî bi êzîdiyan re kirin?

                  Barzanî û talabaniyên ku bi kujtina Seddam Hisên re, di ber mal û milkê dinyayê de serxwebûn û azadiya başûrê Kurdistanê paşguh kirin, berê miletê kurd bi zinar û xiraman vekirin,  xwe berdan ser rêyên zift û qîr kirî û bi dû baholên dolaran de beziyan, […]

Nûçe

JI dewleta kurdî daketin qetilama êzîdiyan!!

                    Ka qaşo pêşmergeyan herêma Şingalê, û heta nîvê Mûsilê û derdora  wê jî zeft kiribûn û mal û canê bi sed hezaran êzîdiyan diparaztin!! Va ye ne wilo derket.  Xeberên ku apoyiyan yek alî û bi haweyekî dijminane di derbarê reva pêşmergeyan de digotin li […]

Nûçe

Xuyabû bê çima tirkan dewleteke kurdî ”dipejirandin!”

                    Konebazî û fenbaziya tirkên ku bi sed salan e  serkêşaya temamê zilm û zor û pisiya li Kurdistanê û Rohilata Navîn dikin, di avakirina ”dewleta Iraqa nuh ”de,  careke din derket holê bê çawa dixwazin qira miletê kurd bînin!

Nûçe