SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for september, 2015

Ev jî kûçikên Islamê ne!

Bi qasî têgihiştina min, misilman jî wek civata PKKa ku dane dû Ocalan,  heta ku dev ji islamê bernedin wê tu carî yeka wan nebe dudu,  li pêş nekevin, nebin demokrat û demokrasiyê nejîn! Çawa ku asas a mala PKKê xerab kiriye Ocalan e, wilo jî a ku mala misilmên xerab kiriye Islam e, ewqas.     […]

Nûçe

Cejna Qurbanê û ronakbîriya me!

Ronakbîrî çî ye? Ronakbîrî her çi tiştên ku mexzena êqil bindest digire û rê nade aqiliyetê û pêşketinên civakî, zanistî paşverû dibîne; xweşiya jîn û jiyanê bi bilindahiya maqûliyeta kes, kesan û civakê ve girêdide û li himberî zilm û zor û paşverûtiyê pevçûneke bêwestan raber dide!

Nûçe

Perçeyek ji Xezeba Azadiyê!

Bi bangdana melayê eşayê re herduyan jî xwe di rext û bombeyan de rapêçan û G3 avêtin milê xwe. Yekî xwe ji taxa Heciyan, ê din jî xwe ji taxa Filehan berda û pêrgî hev hatin. Kûçik reyan. Hin bi kûçikan re xeyidîn. Lê çend gundiyên ku ji êzingan dihatin û li ser hewdê Evdobelkê […]

Nûçe

Heta ku Ocalan sax be!..

Ji wê roja ku ez bi sê pêşmergeyên barzaniyan di sala 1981ê de di ser Sênih re derbasî Leqa Yekê û ji wir jî piştî demekê derbasî rohilatê Kurdistanê bûm,  û dû re jî gava li vegerê ez li Nisêbînê bi xayintî hatim girtin û deh salan di Zindana Diyarbekirê de razam, min baş baş […]

Nûçe

Gewdeyekî mezin û seriyekî piçûk!

Şerê sosyalîzmê qet û qet bi gundiyan ne dibû û PKKê jî bîst salekî ew şer bi gundiyan kir. Şerê neteweyetiyê bi tenê bi bajariyan ne dibû û temamê rêxistinên me ên sosyalîst jî bîst-sîh saleke ku wî şerî bi bajariyan dikin. Îcar di dawiya wê kirin û dikina me de, tîp û tertîp û […]

Nûçe

Û ev jî perwerdeya Islamê ye!

Di kultura islamê de, ji pêxember û vir ve lêdan her tim wek  bingehê perwerdeya  xwendegehên dînî û felekî hatiye bi kar anîn.  Di vê kultura xerabe de , bav li zarokan bixe li xêra zarokan e; mêr li jinê bixe li xêra jinê ye;   bira li xwuşkê bixe li xêra xwuşkê ye; xesû li […]

Nûçe

Ev jî dîskotek û pavyona  me a islamî ye!

Di salên 1960î de li gundê Efera Nisêbînê bi navê Seyid Hesen, Seyid Şêx Hesenek derketibû. Xelkê herêma Oemerya û Torê di hêla “ihtiqada el mûhemmedî” de ewqasî tûj bûn ku gava Şêx Ehmedê Xiznî gazî wan dikir, zir tûrek ji benî, bastêqê û beniyan tije dikirin, bi refan di ser gundên bûblaniyan re xwe […]

Nûçe

De ji xwe re li yamyamên islamê binerin!

Eha ev e islama  her çar xelîfeyan! Eha ev misilman bûn ên ku qira kurd anîn! Eha ev misilman bûn ên ku bindestî û hêsîrî wek pişka ezel li eniya kurd û Kurdistanê dan! Ez ji ber xwe fedî dikim ku ez bi van re biçim qedemgehê, îca ez ê çawa biçim bihiştê!  

Nûçe

Ji bo çi kurd di vî şerî de wê winda nekin?

Ji bo çi kurd bi vî şerê ku li bakurê Kurdistanê gur bûye wê winda nekin? Ji bo ku ev şer dewama şerê Sûriyê ye; û şerê Sûriyê jî perçeyekî pêkanîna stratejiya ku emerîkî û ewrupiyan li Rohilata Navîn dane ber xwe, kurd winda nakin. Di wê stratejiyê de bê vir de û wir de […]

Nûçe

Kurd bi pevçûnê dibe zilam!!

Hebûna artêşa mehmetçîkên teres îlana qetilama miletê kurd û mirovahiyê ye!  Heta ku kurd jî wek tirkan kerxane û mizgeftan li tenişta hev ava nekin; heta ku kurd jî mîna beqalên tirkan kovarên seksê û Quranê, sûretên enbiyayên islamê û şûşeyên araqê  di tenişta hev de nefroşin; heta ku kurd jî mîna tirkan xwe di […]

Nûçe