SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for mars, 2016

Li Zindana Diyarbekirê girtiyan çawa dixwarin?

Hîtler zalim bû. Stalîn jî wilo zalim bû. Herduyan jî wargehên zilmê damezirandibûn û di van wargehan de bi milyonan mirov kujtin. Bi qasî belgeyên di dest me de û filîmên ku me li wan temaşe kiriye, di van wargehên zilmê de êşkence û kujtin heye; mirov birçî, tîh, tazî û nexweş in. Di vê […]

Nûçe

HÊK, QAQA, Serxwebûn û Xişepiş!

Çî ye  ”HÊK” û ”QAQA?” Hêk, zersipî girover û Qaqa jî sipîzer girover e. Hêk xwarin û Qaqa jî verşandin e. Wilo çilo ye nebêjin? Wilo baqê nîskan e: Afrînerê Hêkê dîk, û yê Qaqayê jî mirîşk e. Yanî çi? Yanî Hêk ji fisikandina berxwedanê û Qaqa jî ji tevgera jixweberdanê ye. Îcar li gora […]

Nûçe

Serkêşên PKKê dibêjin ku em  ê qira kurdan bînin!

Duran Kalkanê ku li ser navê Konseya PKKa Ocalan di vê vîdeoyê de bi tirkî dipeyive û bi dilpijokiyeke balkêş dibêje PKK ne ji bo ku Kurdistanê ji Tirkiyê biqetîne û artêşa tirkan ji vir biqewirîne vê pevçûnê dike, heşkere heşkere li ser koka kurdan dilîzin û mixabin hîn jî bi sed hezaran kurd bi […]

Nûçe

Paşeroja zimanê kurmancî!!

                                        Lingvîstê mezin Professor David Crystal ji kurdan re dibêje ku hûn bi van şeş merc û şertan rabin û li ber xwe bidin, wê zimanê we têk neçe. An endangered language will progress if its […]

Nûçe

Tirkan nehişt ku wezîr bi kurdî bipeyive û kurdan jî bi xwe xweş anîn!!

Evdilsettar Mecîdê wêzîrê darayî ê başûrê Kurdistanê ku li ser daxwaza rayedarên dewleta tirkan, bi haweyekî fermî di 23ê vê mehê de dawetî vekirina fûara li bajarê Konyayê kiribûn, wezîr di hingama vekirinê de xweztibû bi kurdî bipeyive û rayedarên ku ew dawetî fûarê kiribûn jî ji bilî erebî, tirkî û ingilîzî nehiştibûn bi kurdî […]

Nûçe

NARS-NARSÎZM- ZIR Û ZIRZIR NARSÎSTÊN ME!!

Pêşî divê ez bibêjim ku mijara vê gotara min wê hinekî dirêj be. Ji bêgavî, carina ne tê de, ez qet naxwazim gotara dirêj rapêşî ber xwendevanan bikim. Ew jî ji ber ku xwendin û nivîsandina kurdî, hîn jî di bin zanyara mejiyê piraniya xwendekar û ronakbîrên kurdên me ên bakurê welêt de, rûneniştiye. Ji […]

Nûçe

Şevek ji şevên Zindana Diyarbekirê!

Razan Li girtîgehê razan, wek ku girtiyan digotin, ew jî «bi haweyê tirkî bû.» Girtî, piştî şîvê hema ne bi gelekî divabû raketana. Seeta raketinê bi giştî li dor heyştan bû. Me kurdan gotinek heye dibêjin, ”xew û mirin yek e.” Lê li girtîgeha Diyarbekirê ne yek bû. Girtî divabû şiyar-razayibûna. Yanî him razayî û […]

Nûçe

Tirkan li Brukselê jî bombe teqandin!

Rayedarên dewleta tirkên dijminên riknê miletê kurd û her tiştê bi kurdî, ji bo ku kurd di van çelq û pelqên Rohilata Navîn de sitarekê bi dest nexin û di nav çelq û pelq û virqên wan de winda bibin, ji aliyekî ve Konseya KCKa kurdxayin û ji aliyê din ve jî DAÎŞ wek du […]

Nûçe

Bi teqîna li Stenbolê komkujiyên li Gever û Nisêbînê veşartin!

Rayedarên dewleta tirkên ku bi haweyê Hecîvat û Karagoz bi kurdan û dinyayê re dilîzin û di vê lîstika xwe de PKKê û DAÎŞê di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de wek zirnazîqa di bin MÎT û şêrgeleyan de bi kar tînin. bi teqîna li Stembolê bala kurdan û raya giştî a dinyayê ji ser komkujiyên […]

Nûçe

Terbiya Islamê!

Di terbiya Islamê de her tiştê ku ji mezinan dest pê dikir bi zarokî dest pê dibe. Wek nimûne: Zewac ji 8 saliya keçikê û ê lêwik jî li gora ku kengî lê rabû, (Ebû Hureyra sedeqellahul elyhulezim  vê lêrabûnê di 7-8 saliyê de dibîne) Di Islamê de gava nuh zarok çêdibe, law be di […]

Nûçe