SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for mars, 2016

Heger PYD ne di kontrola Haviz de be!..

Zemên mîna pertavê peyitand ku heger PYD di kontrola serok komarê tirkan Erdogan de baya, PYDa apoyî wê bi rêxistinên misilmanên herî barbar wek El Nisra, El DAHŞ, El Mûhemmed,  El Emer Ibin Xetab û El Osman rediyellahûenhû re  bûbana yek û Havizê ku Himiz û Hema û Helebê li erdê sekinandibû, temamê Binxetê xirîxopan […]

Nûçe

Li Nisêbînê fermane û mirîd hemû di xew da ne.!!

Çi piçûk çi mezin, kî dibe bila bibe, gava ku êqil di mêrga eşqê yan jî di kûra xezebê de cih bi hest û hîsan guhert, can dihênije, gewde raserî mejî dibe, mejî êqil nanisilîne û liv û bizav di mista lebatên wek çerm, bêvilê, guh û çêv de dilive. Ji xwe a ku di […]

Nûçe

Bûn mezinê Nisêbînê lê nikarin biçin Mêrdînê!

Bi şer û pevçûna  xindeqan bila şêrgele li cihekî wek Nisêbînê bi qenas, keleşkov û saroxan û xwarina rijî, nan û pîvazê, yan goştê berxan bixwin karibin çend mehên din jî li ber xwe bidin, lê dû re wê çawa bibe,  kes ji wan  qed li vê fikirîye? Şêrgele lê fikirîne ku dewlet gava hat […]

Nûçe

Eha ev tîp wê demokrasiyê bibin Tirkiyê!

Tişt bi tiştan dijî û dibe tiştek; tişt tune bin, tişt ne tiştek e. Û her çi ”demokrasî” ye jî tiştek e. Ew tiştekî wilo ye ku koka wê di qelş û herxên zemên re derbasî avtêzana tarîxê bûye. Insên kultur afirand û kulturê jî insan kir insan. Û demokrasî jî kultura pevçûn û liberxwedana […]

Nûçe

Li Zindana Diyarbekirê Cemal Kiliç çawa kujtin?

Cemal Kiliç endamekî PKKê, xortekî bîst salî û ji Hilwanê bû. Cemal di sala 1980î de hatibû girtin û mehmetçîkên zebanî, ew anîbûn qawîşa 35an. Ev qawîş li ser çar qatan bû û di her qatekê de deh hicre hebûn. Bîst û sisêyê sibata sala hezar û nehsed û heyştê û duduyan bû. Mehmetçîk bi […]

Nûçe

Îşev jî li Geverê ferman e!!

Dewleta tirkên barbar îro bi çend daxuyaniyan  piştrast kir ku ew ê bi 22 hezar mehmetçîkan (yanî eshabe), bi 49 tengan, bi 17 topên dûravêj û kinavêj,  bi gelek terempêlên eskerî û cebilxaneyên mezin li Geverê dest bi qirkirina kurdan bike. Serhejmara Geverê li derdora 70 hezarekî ye; û ji wî 70 hezarî  bi qasî […]

Nûçe

Kurd û Kurdistan ji defterê avêtin!

Konseya PKKa  ku di bakurê welêt de ji tirkan re bi altaxiyeke kesnedîtî  rabû,  esker û polisên tirkan li derdora çar mehekî ye berdaye ser zikê dê û keç û jinên kurdan û bi guleyên teng û topan bajaran bi ser serê wan de hildiweşînin, bi vê tifaqa xwe a ku bi kemalîztên çep re […]

Nûçe

Perçeyek ji romana Serok Altaxus

Êvar tarî bûbû û hindurê Akademiya wan a wek xirbeyekî kufarî jî bi qasî ku mirov hev nas nekiribaya reş bûbû. Lêbelê gava ku Serok Altaxus tam diket ekrana televizyonê, destê xwe ji şêrgeleyan re dihejand û dikeniya, televizyon dibû wek luksekê û heta bi qorzîbirên xirbe jî di nava ronahiyê de diman. Ji sahwa […]

Nûçe

Mehmetçîkên Gunkêş!!

Gelo we dizanîbû ku li Zindana Diyarbekirê mehmetçîkan, di salên 1981.82,83an de êşkenceyeke çawa bi kîr û gunên girtiyên kurd dikirin? Min ew sehne di kitêba xwe a li ser Zindanê de nivîsandibû.Îcar me xwezt em careke din wê wehşeta tirk di bîra hin ”hevalan” de bînin. Di rojên ku kurdên girtî nuh dianîn girtîgehê, […]

Nûçe

Kurd bûne ”qalibê kîrxwaran!”

        Besê xanim ma ne hûn dibêjin ku em şerê demokrasiyê dikin, û ez jî dixwazim pirseke demokratîk ji te bikim: Tu bi mêrî yan tu azibî gelo? Ji Alp Aslanê bapîrê tirk  û vir ve hema her tim mirov kare bibêje ku kengî li tirkan, ereb û farisan xwar bûye, wek vê […]

Nûçe