SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for november, 2016

Dawiya xiyanetê girtin û kujtîn û talan kirine!

Sosreta ku îro bi serê HDPê de hatiye sedî sed wê bi serê Konseya PKKê de jî bê! Di nav PKKê de çiyayên ku ji Seîd Çurukkaya jî mezintir bûn hebûn, û vê Konseya ku bûye maka xiyanetê ew zir çiyayên bilind hemû anîn xwarê! Kurdan li ser daxwaza Konseya PKKê, ne ji bo ku parlamenterên […]

Nûçe

BI VÊ QÛŞÊ EM NEGIHAN MÛŞÊ!

Tuncer Bakirhan tirk bû; tirkekî ku xwarziyê musteşarê MITê û serokê DEHAPê bû. Û DEHAPê jî mezinahî li kurdan dikir. Îcar ma dibû ku em bi wê qûşê bigihana Mûşê gelo? Me kab hilda ker û pik, xelkê revandin motik! Hin mirovên ku di wextekî de, mîna Sebrî Ok di serê PKKê de bûn , […]

Nûçe

Ma hûn hîn jî ”Demokratik Cumhuriyet” dixwazin heval?

Dema ku kesekî bi qasî Konseya PKKê mehmetçîk, tarîxa dewleta wan û xelkê wan nas ne kiribe û Konsey hîn jî karibe ji demokrasî û birayetiya tirkan bipeyive, bala miletê kurd bikişîne ser van herdu têgehan û temamê qeweta kurdan li wir bide xerc kirin; dema ku li dinyayê hemî kesî bi qasî Konseya PKKê […]

Nûçe

Xidirê Omerî hîn jî sax e!

Hey gidî dinya hey! Em xortên Nisêbîna ku bûbû xwendegeha kurdperweran, li ber dengê stranên Xidir, di reqs û govenda ku bi tembûra Xidir digeriyan mezin bûbûn. Erê, erê, ew Xidirê ku bi qîr û halanan dawet di ser hev re diqulipand, îro jî mîna çinareke kevnare bi civateke rizyayî re li erdê vepexiliye. Wey li minê!

Nûçe

Ev jî şêx û melayên meyxanê ne!

Li Avgan û Pakistanê şêx û melayên wilo jî hene!

Nûçe

Ev jî esera profesorên Islamê ne!

Profesorên Siûdî Erebistanê berî bi du mehekî li ser ku ”pîrek ji çi ne?” çend rojekî li hev civiya bûn û di dawiya civînê de bi tevayî biryara ku pîrek ji çêlekan û dewarên wek çêlekan bi guhan afirîne dabûn, vê carê jî ji bo ku pîrek namûsa xwe ji mêran bisitirînin eha ev devrûk afirandin û derxistine mazatê. Edresa […]

Nûçe

Rûs tirkan, tirk kurdan û kurd jî barzaniyan dorpêç dikin!

Rûsên ku bi raya desthilatdarên emerîkî berê xwe dan temamê çekdarên li dijî sazûmana Haviz Eshed, bi haweyekî ji hew bêhtir barbarane kişiyan ser dijberan û zêç û zarên wan, tirk tirsandin û di dawiyê de avisî xwe kirin, bi hilbijartinên ku li Bulgaristan û Moldavyayê sosyalîstên stalînî (Pûtînî) bûn desthilatdar, vê carê jî ji […]

Nûçe

Donald Trump û dinya û kurd û Kurdistan!

Ji ber ku ez bi xwe pêşî li kurd û Kurdistanê û dû re jî li xelkên din û dinyayê difikirîm, dilê min ji Donal Trumpê koboyî re lê dixist. Li gora têgihiştina min a dîrokî, gavaTrump, yanî komarî bûbana desthilatdar wê ji dinyayê re xerab û ji kurdan re jî baş biketa. Eha tam […]

Nûçe

Tirk bi qirkirina me û ên me jî bi ”Ozyonetim” û vekirina komelk momelkan daketine!

Li bakurê welêt rewşa kurdan xerab, fikara kurdî xerabtir û mêr û mêrxasî ji xerabê jî xerabtir bû ye! Kurd xelkekî ku ji koka tarîxê veketibû, bi qonaxên zemên ve hilkişiyabû û du sed salekî li himberî zalimên herî bi xof bêwestan li ber xwe dabû! Kesî bi qasî xelkê kurd li himberî zalimên islamê […]

Nûçe

Ez û Seydayê Tîrêj!  (03 10 01)

Piştî nîvroyê bû gava min û Kon me ji Qamişloyê dabû rê û em ber bi Ensiçayê ve diçûn. Seyda nexweş bû. Me lezand. Nexweşekî nav livînan. Kon wilo digot. Erê wilo bû. Lê gava em ketin hindur û me xwe pê da nas kirin ji nav livînan çeng bû, beşişî ”wey wey…” û hema […]

Nûçe