SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for mars, 2017

Li aqilê rêxistinên bakurê Kurdistanê be!

Bi rastî mirov li himberî helwesta aqilê birêvebirên rêxistin û piraniya ronakbîrên bakurê Kurdistanê ku hinan ji wan hilbijartinên li Tirkiyê ”Boykot” kirine  û hinan jî di dengdana ”Na” de li ba CHPê rêz girtine kirasê xwe biçirîne jî heqê mirov e! Bê devjeng, helbet ji demokrasiyê û dîktatoriyê mirov wê li ba Demokrasiyê cih […]

Nûçe

Misilmanên kurd serê min şikenandin!

(Pêşî nivîsê hemî bixwîne bê ka çi qewimî ye û dû re xeberan bide) Danê vê sibehê min hevokeke ku hin misilmanên me ên nêr karibin rabin ser tapanan û bê çere mere xwe di min de werbikin di facbûkê de belav kiribû. Hevok politîk bû û mixabin misilmanên me ên ku pevçûn û liberxwedana […]

Nûçe

Di ser qayişa PKKê û PYDê re eha min ala kurdî daliqand!

Îro sê bûyerên cidî ku divê êdî kurd serekên xwe, kurd cihê xwe, kurd xwe û dijminên xwe ji hev nas bikin bi hev re qewimîn! Yek, îro ji bajarên Tirkiyê hin birêvebirên ENKSê wek berdevkên kurdên Binxetê çûn Cenevreyê da beşdarî civîna biryara ”heq û hiqûq û el insan” bibin.

Nûçe

”Li cem tirekan tirek û deh tir wek hev in!”

Kê wilo gotiye? Pêşiyên me kurdan wilo gotine. Naxwe ji pêşiyên me hinekan pir tir kirine; û him jî tirên wilo pir mezin kirine ku tirên wan heta bi derbasî gilî û gazinên dem û dewranên zemanan bûne. Him gelek ji me van ên îro jî pir dikin. Hema ji xwe re li qelemşûrên masmedya […]

Nûçe

Ez û Xweda, yan jî insan û Xweda!

Ezman erdê dilerizîne. Nerîneke bi vî rengî dibe ku ne rast be, lê insên wilo qebûl kiriye. Insan ji ezmên ditirse ji ber ku ezman di ser erdê re ye. Heger insan ji ezmên bêhtir ji erdê tirsiyaba, Xwedê ji erdê ne dibir ezmên. Insan bi qasî ku li ezmên hakim bûye, ji Xwedê bi […]

Nûçe

Bakurê Kurdistanê dike ”Ayaleta Kurdistanê”

Li gora melayiketên xêrê ku bi melayiketên şer û xezebên re her tim di têkiliyan de ne, heger hat û di dengdana hilbijartina 16 nîsanê de li Tirkiyê, sîstema kemalîzma teres têk çû, wê li bakurê Kurdistanê gelek tişt di guherên kurdî de tevbigerin. Wek nimûne, xwendin û nivîsandina kurdî bi haweyekî qanûnî fermî dibe. […]

Nûçe

Emerîka PKKê ji Şingalê û ENKSê jî ji Binxetê derdixîne!

Emerîkiyên ku PYDê nedidan bi ENKSa dûvtirk, di dawiyê de biryara ku li Binxetê, vê carê jî ne mîna hevalbendên tirkan ên qedîm rayedarên PDKê, bi hemû haweyî girêdayî xwe desthilatdariyeke nîvapoyî û nîvkurd serdestî binxetiyan bikin. Û li gora min jî biryareke di cih de ye.

Nûçe

Tiştek bi qasî bindestiyê ku dikare mirov pîs bike tuneye!

Heger ne ji destê vê bindestiya ku kurd di risla tarîxa binê zemanan de rizandî baya, serekên PKKê wê Kurdistan wek mahrkiriya tirkan, ereb û farisan li qelemê nexistibana û negotana,”me dewleteke kurdî navê, û ên ku dewletê jî dixwazin wê me li himberî xwe bibînin!…”

Nûçe

Barzanî û tirk!

Ka pêşî ez ji we re vê çîrokê bêjim: Gundê Gurik, di binya çiyayên omeriyan de li ser serê girekî ava bûbû. Vir gundê bûblaniyan ê pêşî bû û bûblanî ji vir li herêma Nisêbînê belav bûbûn. Li gora min, taybetmendiya rîhsipiyên bûblaniyan a herî balkêş ew bû ku zanayên gotinê bûn. Zimanê ku ji […]

Nûçe

Çima divê PKK ji Şingalê derkeve?

Pêşî divê dîsa bibêjim,  miletê kurd ew ê tu carî qehremaniya gerîlayên PKKa ku li Şingalê dil û kezebên xwe ji zêç û zarên êzîdiyên ku bi destê misilmanên tirk, ereb, faris û hin kurdan di xwînê de gevizîbûn kiribûn mertal ji bîr neke! Helbet rojekê tarîx wê vî hesabî ji asas rayedarên pêşmergeyên PDKa […]

Nûçe