SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for oktober, 2017

Xwedê çawa bû Xwedê? Û Barzanî jî çawa kare bibe xwedî dewlet?

Kurt û kurmancî, ê bûblanî ji ê stilîlî pirsî: ”Xwedê çawa bû Xwedê?” Xwedê çi kir û kesî deng nekir, û bi ser de jî her kesî jê re îbadet kir bû Xwedê! Vê carê jî ê stilîlî ji ê bûblanî pirsî: ”Îcar ev mirov wê çawa karibe Xwedê ji meqêm bixîne gelo?” Dema ku […]

Nûçe

Teres û nûker li Qamişlê gihane hev!

Serkêşên teresên faris, ereb û tirkên ku bi nûkerên YNKê, Goran û Komela Islamî re çend rojek bûn ha ha qeweta xwe a eskerî dikişandin derdora Qamişlê, civîna xwe a zilm û zora bi miletê kurd û bi taybetî jî bi Barzanî re îro qedandin. Planê wan ku ji aliyê Sê malkan ve êrîşî pêşmergeyan […]

Nûçe

Barzanî yek gav jî bi paş de neavêtiye!

Piraniya ronakbîrên me ên ku di bin tesîra medyaya tirkan û wergera tirkiya şeqlovîzkî de li rewşa başûrê welêt dinerin û helwest û tevgerên rêzdar Barzanî rexne dikin, hîç li pişt xwe nanerin bê çiqasî qereqûşkî ajotine ser vî û wî û ji nîvê simbêlên xwe bûne. Barzanî tu carî ne gotibû ku ez ê […]

Nûçe

Kurd û Barzanî!

Fînlandiyên ku rûsan welatê wan di sala 1809an de ji swêdiyan stendibûn û hema pê re jî otonomiyeke berfireh bi dest xistibûn, di qernê bîstan de ji geremola şerê Lenîn û Çar fêde kirin û bi qeweta zend û bendên xwe bûn dewlet, 4 milyonek bûn. Dîsa ew fîlandiyên ku kesî alî wan nekiribû, di […]

Nûçe

De ji xwe re li dijminên kurdan binerin!

Ev ên ku di vê vîdyoyê de mîna kûçik û pisîkan li ser çar lepikan diçin şîîyên Iraqê ne. Yanî ew ên ku îro bi desteka hin serkêşên YNKê ketin başûrê welêt û zikê keç û jinên kurd talan dikin. Û teresbavên mezinên dinyayyê jî li ser ku ew kûçik belkîî ji kurdan bêhtir karibin […]

Nûçe

Xwedayên me biryar dan!

Xwedayê me ê ku di Quranê sellelah û elhûwesellem de dibêje, yanî Xwedayê temamê ins û cins, mexlûq û heşeratan, ”Ereb qewmekî paqij e, û kî layiqî çi be ez ê wê bidêmê” û erebê herî lewitî jî layiqê dewletbûyinê dîtiye, vê carê jî xwedayên Rohilata Navîn Trump û Pûtîn zorga kirine ku artêşa Iraqê […]

Nûçe

Sipas Benjamîn Netanyaho!

Bi rastî jî cihû miletekî jîr û zana û mezin in! Ew cihûn e ku ji wê roja bûne dewlet û heta roja îro, fêhm kirine ku heger bi kurdan re nebin yek, ne ew û ne jî kurd bi tena serê xwe, wê nikaribin bi miletî xwe li himberî ereb, faris û tirkan rabigrin […]

Nûçe

Emerîkiyan di dawiyê de li Barzanî guhdarî kirin!

Desthilatdarên emerîkiyên ku ji daxwaza Barzanî a dewletbûyinê bi jehrî ketibûn û bi haweyê ku guhê wî bikişînin li pişt Elîwelîyellahan rawestiya bûn, mafir bi paş ve gav avêtin û biryara ku her tişt bê sêhra berê fermannameyek dan serokê çeteyên iraqê Ebadî! Îcar li gora hin siyasetgerên sermezin, heger ne ji afata şerê ku […]

Nûçe

Emerîka dev ji Barzanî bernedaye û Kurdistan jî nefirotiye kesî!

Emerîkiyên ku bi her haweyî dixwazin Barzanî wek wan bike û Barzanî jî di gelek pirsgirêkan de wek xwe dike, Barzanî ji holê ranakin; ranakin dibêjim ji ber ku bêyî Barzanî wê nikaribin di Iraq û Kurdistanê de bijîn. Emerîkî bi xwe vê gotinê dibêjin. Li gora giregirên wan heger hat û başûrê Kurdistan û […]

Nûçe

Li dijî teresbaviya emerîkî û ewrupiyan kurd jî karin berê xwe bidin Îranê!

Emerîka li dinyayê çendî FÎL be, Îran jî li Rohilata Navîn ewqasî FÎL e! Em kurd ji qiramketî li erdê heyirî nemane. Di destên kurdan de çend qozên mezin  hene. Gava emerîkî û ewrupî doza ku em ê bibin xulamên xulaman, yanî di bin destê Ebadî û Malikî re bibin xulamê melayên Îranê, wî çaxî […]

Nûçe