SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for oktober, 2017

Kurdistan di dorpêçeke herêmî û navdewletî de ye!

 Şeyhmus Özzengin  (Nivîseke delal ji hevalê min ê delal. Bixwînin)   19 Cotmeh 2017 Kursîya azad Helwesta DYA li hember serxwebûna Kurdistanê di asteke xerab de ye. Ev helwesta DYA bi nameya Rex Tillerson ku bi navê DYA (lê bi şîweyek ne fermî) berî referandûmê bi du rojan gihîşt destê Serokê Kurdistan, birêz serok Barzanî, […]

Nûçe

Sê milyon û 640 hezar bombe di destên Barzanî de ne!!

Li gora hin teknîgerên konebaz, Ji sê milyon û 640 hezar bombeyî 300-400 jê bi kuş û piş û ên din jî hemû zexm û saxlem in. Ev bi tenê li başûrê welêt ewqase ne, îcar hejmara bombeyên ku ji hersê perçeyên din ên welêt di destên Barzanî de ne hûn hesab bikin. Kurd bi […]

Nûçe

Dinya li ser serê Barzanî rabû!

Dinya li ser serê Barzanî rabû, îcar hûn kurdên per şikestî xwe li Barzanî ranekişînin! Barzanî ji kezebê birîndar e, tiliyan di birîna wî de ranekin! Insaf! Temamê cehş, qewad û qehpikên Kurdistanê ên siyasî, temamê welatên misilman û kafiran û temamê xwedênenasên emperyalîstan li Barzanî civiyan; da ku Barzanî ji serxwebûn û azadiya miletê […]

Nûçe

”Plana li pişt vê xiyaneta miletkuj hatiye fêhmkirin!”

”Plana li pişt vê xiyaneta miletkuj hatiye fêhmkirin! Em ji paş ve hatine xincerkirin, em birîndar in; lêbelê em bi temamê hêza xwe ve dîsa jî li ser lingan e; kesî ji me kozik û çeper bernedane, û em ê tu carî jî bernedin…!” wilo dibêje rêzdar Barzanî. Emerîkî û ingilîzên ku bi ajanên xwe […]

Nûçe

Ne li himberî Emerîka, li himberî Barzanî û Talabaniyan xwepêşandanê bikin!

Rêzdar Barzanê divê li gotinên xwe xwedî derkeve; xwediyê soza ku dabû miletê kurd be! Barzanî û hevallbendên wî ên payebilind ne ji wan kesên ku di siyasetê de fêhmkwîr û binketîî, jîr û zana û ewqasî jî cesûr in. Yek: Erê çawa dibe ew Barzaniyê ku hebûn û nebûna Kurdistanê bi Kerkûkê ve girêdida, […]

Nûçe

Kosret Resûl bi pênc hezar pêşmergeyan di şer de ye!

Her kes bila rihet be! Serfermandarê pêşmergeyên YNKê Kosret Resûl, di amadekariya cehşên ku di nav YNKê de ne ji holê radike de ye. Û li aliyê din jî pêşmerge ew ê hemû wek hêzeke dewletî  şer bikin. Piştî civîna serekên pêşmerge û hevpeymananan şerekî tam kurdistanî li dar dikeve! Îlana dewleta kurdî bi rê […]

Nûçe

Eha nuh şerê kurd, tirk, ereb û farisan dest pê kir!

Di vî şerê me ê neteweyî de wê dinya hemû bibîne ku tirk, ereb û faris ne himberên kurd in.  Îcar heger hat, ku ji zû de jî hatiye, em kurd bûn xwedî dewlet, yanî xwedî balafir û artêşên kurdan e, wî çaxî jî helbet em û wan bi haweyê dewletî em ê çend kaban […]

Nûçe

Niqteya dawî danîn! ”Kurd ne bi tenê ne!…”

Yekî got: ”terorîst” û yê din jî got: ”ez ê serê wan bipelixînim!” Piştî beyana serokê Emerîkayê Donald Trump a di derbarê desthilatdariya rêbirên kuçên binên zemanan Elîwelîyellahên îranî de ku got ”pasdar û desthilatdarên Îranê terorîst in” dijminê riknê islama erebî, tirkî û farisî serokê Israîla ku welatê xwe wek perçeyekî Kurdistanê dibîne Benjamîn […]

Nûçe

Îlana dewleta kurdî maye li ser ku bombeyek biteqe!

Berî Giştpirsiya li başûrê Kurdistanê bi du mehekî me nivîsandibû û gotibû ku wê ji HDP û YPGê sereketiyeke kurdî – nîv kurdî derkeve, ew sereketî li Konseya me ya cehş ku li Qendîlê bi salane altaxiyê ji tirk, ereb û farisan re dike, bibin yek û gerîla ber bi xwe ve bikşînin. Ev bû, […]

Nûçe

Heger YPG bi ENSKê re bi haweyê nûnerayatiya Zindana Diyarbekirê bike!…

Pêşê divê bibêjim ku doza kurd ji êgir e. Ên ku pê radibin dişewitin û ên ku li dij disekinin jî dişewitin. Lêbelê ên ku bêdeng dimînin ji herdu hêlan jî bêhtir dişewitin. Tarîxa sîh salên me ên derbasbûyî, mîna şeqla cêza genim li ber çavan e. Ji şeş-hevt milyon kurdên ku bi devê tivingê […]

Nûçe