SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for november, 2017

PYD û YPGa bi vî rengî êdî malwêrankirina kurd e!

Wek tê zanîn, ji roja roj de min her tim piştgîriya PYD û YPGê kiriye. Çima? Ji ber ku li gora têgihiştina min heger, li Binxetê PYD û YPG tunebaya, îro wê li holê eser ji xelkê kurd bi kurdî nemaba. Û ji wê bi wir de tir heta namûsa kurd wê bihata pênc pereyan […]

Nûçe

Di civîna bajarê Soçiyê de kurdan qezenc kir!

Li gora min, tirkan hîn ji du-sê sal berê de gava emerîkiyan şerê Sûriyê sipartin rûsan û xwe li dor PYDê dan hev, li Sûriyê winda kiribûn.  Emerîkiyan û rûsan bi haweyê vê beyana ku îro Pûtîn li bajarê Soçiyê pêşkêşî rojnamegeran kir, li ser kurdan û pêşeroja Sûriyê li hev kiribûn. Bi kurtî, di […]

Nûçe

Serkêş binbar û berpirsyarê tarîxê ne!

Tarîx zanistek e ku sirûştê, reş û ronahiya zemên û deng û rengê liv û bizavê hemî dide ber xwe û rave dike. Ew ne bi tenê cih û wextê bûyeran û encamên wan, di heman wextê de çiv û bez û sekna nakokiyên di navbera têkiliya pêşeroj û paşerojê jî de radixe ber çavan. […]

Nûçe

Gewdeyekî mezin û seriyekî piçûk!

Şerê sosyalîzmê qet û qet bi gundiyan ne dibû û PKKê jî bîst salekî ew şer bi gundiyan kir. Şerê neteweyetiyê bi tenê bi bajariyan ne dibû û temamê rêxistinên me ên sosyalîst jî bîst-sîh salekî ew şer bi bajariyan kirin. Îcar di dawiya wê kirina me de, tîp û tertîp û bertîpekî wilo xerabe […]

Nûçe

Di dawiyê de Emerîka tam bêminet kir û berê xwe da Efrînê!!

Di tarîxa dinyayê, yan jî di tarîxa Tirkiyê de bi qasî serokkomarê Tirkiyê Erdogan, di van çend salên dawiyê de bêwestan belkî ti serok dewletî ewqas gotinên çort bi Emerîka û welatên Ewrupayê nekirine û Emerîka û welatên Ewrupayê jî li himber wêqas çavsorî û bêrêziyê bi haweyê ne bi mino û ne bi te […]

Nûçe

Ji kê re xêr be ji we re hey nexêr e!

Mela û rîh sipiyên civatê li mendera axê rûniştîbûn û mêrikê bûblanî bi dengekî berz got: ”min şevê din xewnek dît!” Tev li Mela hemiyan jê re gotin ”xêr be!” Mêrik berê xwe da Mela û got: ”Mela ji kê re xêr be, ji te re hey nexêr e!” Mêrik di xewna xwe de bazda […]

Nûçe

Nêçîrvan Barzanî, erdhej û destxweşiya wî ya li tirkan!

  Bi erdheja ku bi destê Xwedayê misilmên, yanî xwedayê tirk, ereb, faris û kurdên misilman li Kurdistanê rû da, dewleta tirkan a herî yekem bû ku alîkarî bi kurdên malwêrankirî re kir. Îcar pêşî divê ez bibêjim ku tiştek bi qasî eva ku mala mirov bi ser mirov de xerab bibe, hin ji kuflet […]

Nûçe

Ev pîberê neyaran jî dibêje ku..!

Piştî pîber Riza Altunê endamê Konseya Nûkeran KCKê, vê carê jî pîber, yanî peyayê neyaran, yanî cehş Mirad Karayilan di televizyona Newrozê de bi zimanekî pir dirêj û bi ax û wax nerazîbûna xwe a ku PDKa başûr û PDKa rohilatê welêt û hevalbendên wan li dijî deshilatdariya Mela minafiqên Îranê di liv û tevgereke […]

Nûçe

Li parlamentoya bi ALLAHÛEKBER li demokrasiyê û doza kurdî digerin!

Divê êdî em hev du nexapînin. Li parlamentoya Iraqa ku bi ALLAH, BISMILLAH, LAÎLAHEÎLLELLAH, NEÛZÛBILLAH  Û NALETULLAHan vedibe û têgirtin demokrasî  qaçax û doza kurd jî zir qaçax e! Tiştek bi qasî Allahûekberan ku dijminê demokrasiyê ye tuneye û deshilattdarên me ên başûrê welêt jî, û bi taybetî jî, Fazil Mîranî, Nêçîrvan Barzanî, Pavel û […]

Nûçe

Vî alimê Islamê jî fitwa ku bav bikaribe bi keça xwe re bizewice daye!!

Pêşî divê ez bibêjim ku bila gur û beraz têkevin mala mirov û Islam nekeve mala mirov! Erê, alimên unîversîtên dinyayê lê dixebitin bê ka insan wê çawa karibe xwe bigihîne dawiya kayinatê û insên çiqasî karibin bikin insan, û alimmên unîversîteyên Islamê jî hîn bi dû qûna bê insan di hindurê zik re çiqasî […]

Nûçe