SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for november, 2017

Ji kê re xêr be ji we re hey nexêr e!

Mela û rîh sipiyên civatê li mendera axê rûniştîbûn û mêrikê bûblanî bi dengekî berz got: ”min şevê din xewnek dît!” Tev li Mela hemiyan jê re gotin ”xêr be!” Mêrik berê xwe da Mela û got: ”Mela ji kê re xêr be, ji te re hey nexêr e!” Mêrik di xewna xwe de bazda […]

Nûçe

Nêçîrvan Barzanî, erdhej û destxweşiya wî ya li tirkan!

  Bi erdheja ku bi destê Xwedayê misilmên, yanî xwedayê tirk, ereb, faris û kurdên misilman li Kurdistanê rû da, dewleta tirkan a herî yekem bû ku alîkarî bi kurdên malwêrankirî re kir. Îcar pêşî divê ez bibêjim ku tiştek bi qasî eva ku mala mirov bi ser mirov de xerab bibe, hin ji kuflet […]

Nûçe

Ev pîberê neyaran jî dibêje ku..!

Piştî pîber Riza Altunê endamê Konseya Nûkeran KCKê, vê carê jî pîber, yanî peyayê neyaran, yanî cehş Mirad Karayilan di televizyona Newrozê de bi zimanekî pir dirêj û bi ax û wax nerazîbûna xwe a ku PDKa başûr û PDKa rohilatê welêt û hevalbendên wan li dijî deshilatdariya Mela minafiqên Îranê di liv û tevgereke […]

Nûçe

Li parlamentoya bi ALLAHÛEKBER li demokrasiyê û doza kurdî digerin!

Divê êdî em hev du nexapînin. Li parlamentoya Iraqa ku bi ALLAH, BISMILLAH, LAÎLAHEÎLLELLAH, NEÛZÛBILLAH  Û NALETULLAHan vedibe û têgirtin demokrasî  qaçax û doza kurd jî zir qaçax e! Tiştek bi qasî Allahûekberan ku dijminê demokrasiyê ye tuneye û deshilattdarên me ên başûrê welêt jî, û bi taybetî jî, Fazil Mîranî, Nêçîrvan Barzanî, Pavel û […]

Nûçe

Vî alimê Islamê jî fitwa ku bav bikaribe bi keça xwe re bizewice daye!!

Pêşî divê ez bibêjim ku bila gur û beraz têkevin mala mirov û Islam nekeve mala mirov! Erê, alimên unîversîtên dinyayê lê dixebitin bê ka insan wê çawa karibe xwe bigihîne dawiya kayinatê û insên çiqasî karibin bikin insan, û alimmên unîversîteyên Islamê jî hîn bi dû qûna bê insan di hindurê zik re çiqasî […]

Nûçe

Ava serê Mela Tecalên Îranê tam germ bû!

Serokwezîrê Lubnanê Saadê lawê Refîq Herîriyê ku di sala 2005an de hizbullahên Elîwelîyellahên Îranê bi bombeyekê ew bi terempêla wî ve ji hev perçewerçe kiribûn, piştî vegera xwe a ji Siûdîyê, hîn toza lingê xwe paqij nekiribû hema derket ber televizyonan û got: ”Melayên Îranê bi qasî ku em nikaribin di welatê xwe de tevbiqeliqin […]

Nûçe

Elemanan bi çek û cebilxaneyên giran dest dan pêşmergeyan!

Elemanên ku bi van rûdanên dawiyê ên li himberî kurdan xwe pir zivêr kiribûn û bi soza ku wê pêşmergeyan bi çekên herî pêşketî biçikçikînin rabûbûn, soza xwe anîn cih û ser pêşmergeyan tije çek û cebilxaneyên li dijî teng û balefiran kirin. Û ji aliyê din ve jî emerîkî, cihû û frensî jî ha […]

Nûçe

Pêşmerge bû artêşeke yek deng û yek reng!

Meshûd Barzaniyê ku ev çendeyek bû bêhedan û bêwestan lê dixebitî pêşmergeyên filan partiyê, bêvan rêxistinê, û vî kesî û wî kesî hemiyan li hev bicivîne û artêşekê nûjen bîne holê, di dawiyê de bi ser ket. Pirsgirêka kurdan a herî mezin ev bû, û Barzanî jî ew pirsgirêk safî kir. Barzaniyê ku bi raya […]

Nûçe

Ne Barzanî reviyaye û ne jî Emerîkayê dev ji Kurdistan û Barzanî berdaye!

”Ga dikeve kêr pir dibin!” lê bêyî ku gayê me bikeve kêr lê pir bûne, eha ev yeka han bi mirov zor tê!! Di dinyayê de îro, wek ku desthilatdar û şêwirmendên emerîkî jî dibêjin, dijminên Emerîkayê ên herî mezin pêşî Bakurê Korê, Îran û dû re jî Tirkiye û temamê ometa Islamê ye. Emerîkayên […]

Nûçe