SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Archive for december, 2017

Sala 2018an sala fermana altaxan û damezrandina dewleta kurdî ye!!

Sala 2018an li Konseya PKKa ku bûbû altaxê mehmetçîkên teres lawên teresan û vê carê jî di Kurdistanê de cihên herî stratejîk, cihên ku her çar perçeyên Kurdistanê bi hev girêdidan û bi ser de jî wargehên kurdperweran bû bi carekê ve wêran kirin bi bêşerefî pîroz be! Konseyê di sala 2016an de li herêma […]

Nûçe

”Bi van hêviyan sala wa ya nuh pîroz dikim!…

….Em ê sala 2018an bi agirê serxwebûn û azadiya miletê kurd bisincirînin! Ne min û ne jî hevalên min kesekî ji me kozik û çeper bernedane; heta dilopeke xwîn di canê me de hebe em ê li ber xwe bidin…..  Û înşelleh bi izna Xwedê sala 2018 ew ê bibe sala azadî, serxwebûn, şeref û […]

Nûçe

Kurd bûne ”qalibê kîrxwaran!”

Gotineke me e pêşiyan heye dibêjin: ”em bûne qalibê kîrxwaran!” Yanî kî hatiye û di wan de rast kiriye, vê dibêjin bav û kalên me. Îcar di vê sirtê de piştî ku ez ê ji endama Konseya KCKa pîber Besê xanima ku li ser demokrasiyê kirasê xwe diçirîne,  pirseke demokratîk bikim û bibêjim ma gelo […]

Nûçe

Ha ji we re ha polisên ku Rewda Pêxember û mala QRALÊ SIÛDÎ diparêzin!

Piştî van weşanên min ên di derbarê Islam û xelîfe melîfe û jehr û ziqûmên wê de, ez bahwer dikim ku êdî îro mirov baştir fêhm dike bê çima Cihû( Israîlî ) karin bi du sed milyon ereb û milyarek misilman! Ez van sûret û vîdyoyan bi zanatî belav dikim; da em ji ibreta Islamê […]

Nûçe

Eha ev e Islama azad; islama desthilatdar!

Ev ên niha wilo ev zir beredayî ne, îcar gelo ên di dema pêxember û xelîfeyan de çawa bûn!! Ev ESHABE ne ha! Eshabeyên pêxember hemû wilo ev tirovir bûn! Ya Rebî tu pêşî me kurdan û dû re jî, ji bilî ereb, tirk û farisan her kesî ji Ometa Islamê bisitirînî! Erê, ez ê […]

Nûçe

Ezbenî tu ranehijî tivingê bi Silêmaniyê re Hewlêr jî diçe!

Hema wilo yekser pêşî divê bibêjim, zemên peyitand ku rêzdar Meshûd Barzanî bi siyaseta xwe a ”ez birakujiyê nakim!” çewtiyeke pir mezin kiriye! Li her derê dinyayê çerxa tarîxa desthilatdariyê bi xwîna birakujiyê geriyaye. Ev ji dest pêkê de wilo bû; û hîn jî wilo ye. Di vî warî de Şoreşa Frensî nimûneya herî zîz […]

Nûçe

Ala kurdî nîşana şerefa miletê kurd e! (Îro roja Ala kurdî ye!!!)

  Ev ala ma a ku îro li ezmanê başûrê Kurdistanê li ba dibe, di sala 1918an de ji bal Komeleya Tealî Kurdistan ve hatibû afirandin; û di sala 1927an de, di kongreya Komeleya Xoybûna ku di bin sereketiya Mîr Celadet Bedirxan, Xelîl Bedirxan û Memdûh Selîm de li Libnanê li dar ketibû, wek ala […]

Nûçe

Barzanî bêyî Talabanî diçe Elemanyayê!

Ecêb e! Nêçîrvan Barzanî vê carê bêyî cihgirê xwe Qubad Talabanî diçe Elemanyayê! Lê a ecêbtir ku serkarên hikûmeta elemanî û bi taybetî jî wzîra berevaniyê Ursula von der Leyen wilo xweztine! Yanî nexweztine cihgir bibînin. Gelo çima nexweztine? Qey serkar jî mîna min û we ji ber ku bi çavên kurdxayinan li YNKyên bi […]

Nûçe

”Çi destûr, çi edalet, çi heq! Hemû bûye devê tivingê!”

Li gora rêzdar Meshûd Barzanî ”zemên careke din peyitandiye ku heger hat û desthilatdarên Iraqê ji îro xurttir bibin, wê qetilamên ji a Helepçeyê pir mezintir  bi serê miletê kurd de bînin! Îcar em kurd, û bi taybetî jî kurdên başûrê welêt çi dikin bikin, sedî sed em divê di warê siyasî de, bi kêmanî […]

Nûçe

Tirkan bi mizgeftan re her derê welêt tije kerxane û kerxanecî jî kirin!

Rayedarên dewleta tirkên misilmanên bêbav, di sala 2010an de ji bo avakirina 1362 mizgeftan li bakurê Kurdistanê, 50 milyon TL tirkî derbasî xezîneya Serokê Karê Diyaneta xwe kiribûn. 50 milyon TL 27 milyon euro tiştekî wilo dikir. Û min jî li himberî wê biryara kurdtiroviriyê bi ax û wax gotibû, rayedar mîna ku li Tebecika […]

Nûçe