SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Aha ev gotineke pir xweş bû!

Emerîkiyên ku desthilatdariya kurdên başûrê welêt jî mîna pîberên xwe ên tirk û ereb wek şekalekê bi kar tînin, di dawiyê de wê kurdan jî bikin dewleteke temam.Di eslê xwe de ji kurdan re mîna dema ku Lenîn şoreşa xwe a ku ji tirkan pê ve bi kêrî tu kesî nehat, li hev hatiye. Kurd ketina şûna tirkan û faris jî ketine şûna rûsên dema şoreşa bolşevîkan. Li dijî rûsan piştî ku temamê emperyalîztan di bin sereketiya emerîkiyan de li Tirkiyê dicivin, em dibînin ku tirk dibin milet û xwedî dewleteke mezin….

 Bi kurtî, gotina generalê emerîkî David Petraeus ku dibêje ”em ê baregehên xwe ên eskerî li başûrê Kurdistanê bi cih bikin” ne bi derewan e. Ew yeka han wê bibe; lê mixabin ên me jî, yanî desthilatdarên me ên başûrî jî, hîn bi bertîlê, bi jinkokên teylandî û sezona jinên ji kîjan welatî, bi OYAKê, bi qedexeya zimanê kurmancan û boyaxa pirça canê xwe daketine!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)