SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ha ”Zirto” û ha “Tirto” ferq çî ye?

Asas birêvebirên kemalîztên herî bêbav ên di nav me de parlamenterê BDPê Akin Bîrdalê ku wek dilkirekî kurd xwe daye pêş û dilkiriya tirkan dike, di dawiyê de a ku tu carî diva bû li ser navê qaşo partiya kurdan BDPê nebûya kir. Akin pêşniyareke bi ben û berbend pêşkêşî parlamentoya tirkan kir û got:  ”Demokrasiya herî bi serketî û berketî ew e ku di şûna têgeha tirk,  têgeha Tirkiyê bê bikaranîn û têgeh bibe qanûn…”

Tew!…

Ha, parlamenterê BDPê ê Dêrisimê Şerafedîn Halis jî pêşniyarnameya ku Zindana Diyarbekirê, yanî ewa ku demeke dûdirêj zarokên tirkên teres mehmetçîkan ji jopradan, gadan û heta ku digiha gûdanê bi girtiyan re kiribûn, bibe ”muze” pêşkêşî parlamentoyê kir.

Ê yanî çi? Yanî jehr û quzelqurt! Namûs û şerefa zir miletekî ku di bin lingên tirkên zalim de hatiya pênc qirûşan û bi deh hezaran xelkî wî ji destê gezek nan xwe difroşin, wê bi haweyê ha ”Zirto” û ha “Tirto” azad bibe, ha!!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)