SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ji bo ku ava serê me germ bike çû Enqerê!

Nêçîrvan Barzaniyê ku li Rohilata Navîn wek dewlemendê herî ciwan di rêza çaran de tê naskirin, wilo xuya ye ku li ser vê dewlemendiya xwe a bêsînor wê beleyeke mezin bîne serê kurdên bakurê welêt!

Hinera dek û dolabên Nêçîrvanê ku bi OYAKa tirkên herî lewitî re bûye wek goşt û nenûkê, bi çûna wî a Enqerê pir vekirî xuya bûye. Ji roja ku Nêçîrvên berê xwe daye Enqerê û heta niha, bêwestan eskerên tirkan û cehş bi çek û cebilxane ha ha dikişin başûrê welêt.

Erê, di dawiyê de tirk wê bi alîkariya PDKa ku di sala 1981ê de bi 10-12 hezar pêşmergeyên xwe ve digel pasdaran tofan li kurdên rohilatê Kurdistanê rakiribû, tofaneke wilo mezin vê carê jî li kurdên bakurê Kurdistanê rakin!

Ji ên ku mirov xwe biavêje tor û bextê wan û ew jî mirov teslîmî dijminên kurdan ên herî har bikin, her tiştê bi xof tê!

Barzaniyan Şemdîn Sakik jî teslîmî tirkan kiribû!…

Nûçe

Şirove

One Response to “Ji bo ku ava serê me germ bike çû Enqerê!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)