SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Şikandina bêvila wî jî kirin “provakasyon!”

Ji wê roja ku apoyî derketin holê û bi navê PKKê rêxistinek ji xwe re çêkirin û heta niha, rêxistin û hema hema temamê ronakbîrên kurdên bakurê welêt ji her kiryara PKKê re gotin ”ev provakasyon e; kujtina polîs û nexasim eskeran provakasyoneke mezin e” û hwd.

Dema ku PKKê di sala 1984an de bi serdegirtina qereqolên herêma Sêrtê û Xerzan dest bi şerê xwe kir, rêxistinên kurdan û bi taybetî jî PSKiyan bi qîjewîjê qirik li xwe çirandin û gotin “ev provakasyoneke ji hew bêhtir mezin e!…”

Îcar dema ku me li paş xwe nerî, em ê bibînin ku 25 sal in PKK ha ha provakasyonan dike û evqas milyon kurd û zir hêza ku li xwe civandiye hemû bi provakasyon, provakativ û provakatoriyê bûye! Ê naxwe wilo baş e. Hema her kurd bila xwe ji bilî provakatoriyê fêrî tiştekî din nekin û hew. Ma ne ji xwe, her çi tiştê ku kurdan bînin ser hev, bêdevjeng pir baş e.

Rêxistinên kurdên revoke, bi têgehên wek provakasyon û provakator wilo bi serê liberxwedan û pevçûna doza kurd û Kurdistanê de anîn ku êdî bi rastî jî kesî ji me nema provakatorî û mêrxasî, serhildan û teslîmiyetî, camêrî û xwelîliserî ûhwd. ji hev fesiland.

 Erê, kulma ku xortekî tirk li Samsûnê li dev û ruyê Ehmed Tirk xist çima provakasyon e?

Ma mirov di berberiyan de ji bo ku dijminê xwe pîs bike bi tiredînekî li mezinên dijminê xwe naxe? Belê. Tirkan bi bezandina Ehmed xweztine kurdan ji a îro jî bêhtir pîs bikin! Îcar navê pîskirinê çima dibe provekatorî? Navê vê berberî ye. Û berberî jî girtin, kujtin, talan, lêdan û pîskirine.  Ji destê tirsonekiyê, rev û kulûjan we aqilê xwe xwariye.

Ev kurdên ku îro jî di TRT6ê de gihane hev, ji a ku xortê binxetî li Spanyayê hêk avêtibû  serokwezîrê tirkan Receb Erdogan re jî gotibûn “provakasyon!”

Û niha jî ji kujtina herdu polîsên ku şevê din li Samsûnê hetine kujtin re jî dibêjin “ev haziriya provakasyonê ye….” Ev jî tahbîreke nuh bû. Haziriya provakasyonan xuya ye pêşî divê du polîs bên kujtin û dû re wê asas provakasyon destpê bike!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)