SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ew jî li ser ku bi kurdî stran niqirand hat girtin!

Serokê BDPê ê bajarê Agirî Xelîl Aksoyê ku ji dengbêjên kurdan ên wek Bihemed Arifê Cizîrî, Meyrem Xan, Kawîs Axa, Gerebêtê Xaço û hwd. hez dikir û di ber stranên wan re carcarê ditewirand, diniqirand û dida ber wan, bi sebeba ku par bi Meyrem Xanê re strana ”lê lê Weso lê lê lê Wesîlayê way way, teşîrêsê lê lê lê çû serayê way way”, gotibû, doh li Stenbolê ji bal mehkemeya tirkên teres ve hat girtin.

 Îcar Xelîlê ku navê wî kirine Halîl, niha li Stenbolê di girtîgehê de ye. Kengî wê bêberdan, kes nizane. Lêbelê tê gotin ku wê ebûkatên wî jî bûyerê bibin ber destê Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewrupî.

 Hoooweh li vê ecêbê, vê Konseya PKKa revoke, bi rastî jî doza zir miletekî ku ewqasî mezin, xurt û bi hêz bû, li mafên mirovan sekinand!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)