SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ma bi vê Quranê çi û çi ne kirin û bi dest ne xistin!!

Ji wê roja ku tirk bûne misilman û hetanî roja îro, Quran wek şûr û rim û mirtal bi destên xwe ve girtine û di keft û lepta xwe a barbariyê de li himberî her kesî bi kar anîne. Heger ne bi destûra Qurana dinê wan bûya, ji sedî sed wê xelkê tirk nikarîba bi milyonan zêç û zarên ermenî, asûrî, êzîdî û herwekî din gurandibana!

 Tirkan bi qeweta wê Quranê imperatoriyeke ku û 600-700 salî li ser lingan bimîne damezrandin!

Tirkan bi qeweta wê Quranê her tim kurd xapandin, kurd kujtin, kurd bi hev dane kujtin û di barbariya xwe de wek şûr û rim li himberî xelkê nemislim bi kar anîn.

Tirkan bi qeweta wê Quranê qira ermenî, asûrî û êzîdiyan anîn, mal û milkên wan zeft kirin û kurd jî wek paçê bin pizanê di hovitiya xwe de bi kar anîn!

Tirkan bi qeweta wê Quranê, bi navê Tirkiyê zir welatek bi dest xistin û serhejmara xwe a ku di salên 1900î de li derdora milyon û tiştekî bû, kirin 70 milyonên ku ji wî 70 milyonî 60 milyon jê bikaribe hovitiya herî mezin di xwe û di xelkên ne ji xwe de bikin!

Îcar heta ku kurd jî bi haweyekî ranehijin Qurana xwe, yan jî birêvebirên wan bi kêmanî mîna birêvebirên Ittîhat û Terakiyê dev ji Quranê bernedin û Quranê di kar û barên xwe ên netewî de bi kar neynin, wê sêrdar û zalimên islamê ên wek Fethullah Gulen jî di bin navên xwendegeh, mizgeft û dezgehên karsaziyê de biryargehên xwe ên kurdnenasiyê ne bi tenê li başûrê Kurdistanê, li Licê, li temamê Kurdistanê û li her cihê ku kurd lê hebin damezrîne!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)