SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Yasîn doza rayên kurdan dike!

Di 9.-ê Gulanê de li Almanyayê,li eyaleta NRW-ê(Westfaliya bakurê Renê) hilbijartina parlamentoyê pêk tê. Gelek şexsiyetên kurd jî di partiyên cuda de namzed in. Em ê hin ji van namzedên me xwe gihand wan bi xwendevan û hilbijêrn kurd yên li Almanyayê dijîn bidin naskirin. Di vê xelekhevpeyvînê de hevpeyvîna yekem bi Yasîn Kut re ye. Heger namzedên me nikaribû xwe bighîne wan jî dîtinên xwe raghînin me em ê dîtinên wan jî biweşînin./Netkurd

 Yasîn Kut kî ye?

Kut di sala1961 de li navçeya Mêrdînê Nisêbînê hatiye dinê, zewicî û bavê sê zaroka ye. Ji sala 1990 û vir de li Almnyayê û li bajarê Ludenscheidê dijî. Karker e, sendîqavan e û ji Partiya Çep (Die Linke) namzedê parlamentoya Eyaleta Westfaliya bakurê Renê (NRW) ye. Kut ji Markischer Kreis ji herêma III. namzed e û hêvî dike ku kurdên vê herêmê dengên xwe bidin wî.

 –Birêz Kut, em dizanin tu ji Nisêbînê yî û demek dûr û dirêj e di nav xebatên siyasî û herweha civakî de yî. Lê bo xwendevanên me jî xwedî agahî bin tu dikarî hinek behsa xebatên xwe bikî?

 -Belê çima na. Dema ez hê ciwan bûm li herêma me tevgera welatperwer ya kurd tov dida û heyacan û heskirinek mezin di dilê min de da bû der. Ez wê demê ketim nava refên DDKD-ê û piştî darbeya leşkerî ya 1980-yî weka gelek kurdperweran hatim girtin, li min eşkenceyên giran hatin kirin, di gitrîgehê de mam. Ez di sala 1990 de tevî malbata xwe hatim Almanyayê. Piştî ez hatim vir, min hewl da ku ez jî di bin barê xwe de rabim bo vê yekê jî bi sazî û dazgehên li herêma me re ketim têkiliyê. Ez li Ludenscheidê damezrênerê Partiya Keska û Komela Navnetwî ya Çandî me. Heta sala 2000 a endamê partiya Keska bûm. Herweha damezrêner û endamê Meclîsa Biyaniyan ya bajêr im. Di heman demê de jî min berpirsiyariya beşê ciwanan ya Komela Ludenscheidê e.V.-ê kir. Ji sala 2007-ê û vir de jî endamê Partiya Çep û ji 2009 û vir de jî endamê Meclîsa Bajêr im û niha li Ludenscheidê cîgirê serokê partiyê û endamê birêvebiriya herêmî me.

-Baş e çima Partiya Çep?

-Di destpêkê de divê ez bêjim ku bi baweriya min herçi dilê me bi welatê me û tevger û daxwazên miletê me re be jî, divê kurdên li Ewropayê dijîn êdî bi awayekî di nava siyaseta li welatê lê dijîn de bin. Bêguman ev, yan ew partî mesela tercîhê ye. Ez bi xwe ji sedemê program û siyaseta wê ya derbarê pirs û pirsgirêkên civakî,sosyal û mafên biyaniyan di vê partiyê de me. Ji xwe ji van sedeman jî gelek biyanî û kurd di nava vê partiyê de ne.

-Çima divê kurd dengê xwe bidin te û Partiya Çep?

– Pêşiyê bo berjewendiyên xwe. Bi a min partiya ku berjewendiyên biyaniyan, xizanan, kedkaran diparêze Partiya Çep e. Li aliyê dinê jî bi hilbijartina min ew ê rasterast bibin xwedî nûnerek kurd jî bo vê yekê jî ez deng ji wan dixwazim.

Tê zanîn ku li bajarê we gelek tirk jî dijîn gelo helwesta tirka û almanên hogirê te çewa ye?

 -Bi rastî tirk elaqeyek mezin nîşan didin. Li gel zanin ez kurd im û eşkere dibêjim, gelek tirk bi xwe hatin ba min û piştgiriya xwe diyar kirin. Niha hema hema li hemû dikan, xwaringeh û kargehên xwediyê wan tirkên wêne û afîşên min daleqandî ne. Partiya min jî hevalên min yên partiyê jî ji dil û can bo ez bêm hilbijartin dixebitin.

Birêz Kut heger tu bê hilbijartin ji bilî programa partiyê tê di xebatên xwe de çi derxî pêş?

 -Helbet di karê parlamenterî de program û siyaseta partiyê taînker e. Lê hin erkên min ên taybet jî hene ku bi qenaeta min ê partiya min jî piştgirî bide min. Ez ê hewl bidim ku hukumeta û parlamentoya me bo dawî li şerê li Kurdistanê tê meşandin bê însîyatîf wergire, bo ku li welatek ku berendamê Yekîtiya Ewropayê ye, kurd bi awayek aşitiyane û demokratîk bibin xwedî maf têkeve nava hewldanan û dîsa dixwazim di nava eyaleta me û Kurdistana federe de jî pêwendiyên hene bi hêz bibin û danûstendin zêde bibe, ji bo vê yekê jî ez ê bi xwe însîyatîf wergirim.

 –Sîstema hilbijartinê li Almanyayê hinek tevîhev e. Hilbijêr ê çewa dengê xwe bidin?

 -Rast e. Di vê hilbijartinê de her hilbijêr xwediyê du denga ye. Dengê yekem bo namzedê dîrekt e ku ez jî werê me û yê duyem jî bo partiya ye. Yanî hilbijêr dikare dengê yekem bide min û dengê duyem bide partiyek bi dilê xwe.

 -Gelo tişekî tu dixwazî li gotinên xwe zêde bikî jeye?

 -Spas dikim, hêvî û daxwaz dikim ku hilbijêrên kurd di 9.-ê Gulanê de biçin dengê xwe bidin.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)