SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Nivîskarên ku ”Ji” û ”Bo” ji hev nas nakin!

Bi rastî jî mirov nizane çawa bibêje! Ji aliyekî ve televizyon, malper û rojnameyên kurdan û ji aliyê din ve jî piraniya nivîskarên me ên ku bi zarê sikakê û seriyê tirkî dipeyivin û dinivîsînin, wilo bi serê zimanê me de anîne bê bêlo me be!

 Îcar belkî mirov heta derekê karibe dengê xwe li rêxistin û masmedya kurdên ku ew zimanê me ê bi hêl û mêl, şax û per, rê û avrêl û hêwan û bergeh virçoqî kirine bike, lê nabe ku mirov li himberî van nivîskarên me ên ku kes nizane bê di xeberdan û nivîsandina wan de kîjan gramer bi kar tê, bêdeng bimîne, xwas nede nav strî û diriyan û kirasê xw eneçirîne!

 Mêrikan nivîskar in û wilo dinivîsînin:

Bo raya giştî!”

Waweylê! Erê hûn bi soranî yan bi kurmancî dinivîsînî? Lê a we ne soranî û ne jî kurmancî ye! Yanî hûn jî niha nivîskar in ha! Mirov nivîskar be û nizanibe bi zimên, wilo çawa nivîskarî ye! Ê de bila wilo be û hew!

 ”Meshûd Barzanî ji bo Enqerê hate dawetkirin!

Tew! Kuro ji bo Enqerê çawa hate dawet kirin? Mirov çawa kare wilo bêje!

 ”Balyozê Brîtanyayê bû armanca êrîşekê

De îcar safî bikin! Ku dibêje Balyozê Brîtanyayê bû armanca êrîşekê! Wilo çilo ye, wilo quzelqurt û jehr e! Wilo têkbirina zimên, wilo rezalet e! Ziman hebûn û nebûna me, şeref û namûsa me ye! Ziman dê û dapîr û bav û bapîrê me ye. Îcar qed nabe ku mirov ji dê û dapîr û bav û bapîrên xwe hez neke û li himber wan bi edeb tevneger.  Piçek ûjdan! Piçekî ji vî zimanî hez bikin! Xwedê we hedayet bike û hew!!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)