SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Mehmetçîkan êrîşa xwe a mezin li bendî çûna wî a Enqerê hiştine!

Heger bê bîra me, her gava ku rayedarên dewleta tirkên zalim xweztine bi êrîşên bi xof bikişin ser gerîlayan, yan jî li himberî kurdên bakurê welêt bi karên pir lewitî rabûne, miheqeq yan hin rayedarên kurdên başûrê welêt dawetî Enqerê kirine û yan jî ew bi xwe çûne wan deran. Berî bi du salan dema ku artêşa mehmetçîkên tirkên misilman tam bi 60 balefiran girtibû ser çiyayên Qendîlê û bêwestan bombe dibarandin, di wê gavê de jî rayedarên tirk li Bexdayê bi Barzanî û Telebanî re di civînekê de bûn.

 Ku me dev ji wan deman berda û li ên niha nerî,  em ê dîsa hema tiştî bibînin. Mesele dema ku tirkan çendeyek berê Nêçîrvan Barzanî anîbûn Enqerê û di ber mal û milkên ku li ber xistibûn û xîçkên wî kişandibûn, bi çiyayên Qendîlê re çiyayê Cûdî û gelek derên din jî dîsa dabûn ber topan û bi balafiran ha ha bombe bi ser wan deran de dibarandin!

 Îcar bi çûna Meshûd Barzanî a Tirkiyê, bi rastî jî destê me di nava me de ye! Di wê rojê de mehmetçîkên tirkên ku navên kûçik û pisîkên xwe di kitêb û defterên belediyên xwe de serbest serbest dinivîsînin û kurdan jî li ser navên wan ên bi kurdî di zindanan de dirizînin,  felaketeke mezin neynin serê kurdan û gerîlayên wan ên ku di bin sereketiya Konseya Ocalanê tirsonek û kurdfiroş de canê xwe ji bo kurd û Kurdistanê feda kirine!

Baş e, tirk çima wilo li barzanî û telebaniyan dikin? Tirk ji bo ku wan pîs bikin, wan piçûk bixînin wilo dikin!

Baş e, ma barzanî û telebanî wê yekê nabînin? Belê dibînin, lê ji ber ku navika xwe, bi taybetî jî barzaniyan, bi destê tirkan birîne naxwazin kurdistanî bifikirin, kurdperwer nêzîkî wan bibin û herwiha bi tirkan re tevbigerin. Bazirganiyan wan a bêsînor a bi tirkan re, bi carekê ve rê li ber biserketina doza miletê kurd girtiye, ewqas.

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)