SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

”Ser Ellah” temam, ma ”bin Neûzûbillah!”

Parlamentoya belçîkî bi qedexekirina berûka islamî derbeke delal li ometa misilmanên Ewrupayê da. Li gora biryara parlamentoyê, êdî tu jina misilman bi berûk, wê nikaribe derkeve sûkê û li vir û wir bigere. Birawo! Eferim!

 Bi kurtî, ji niha û pê de li wê Belçîkaya ku tije mêrên misilman bûbûn û mêran ha ha li ser, dev û ruyên jinên xelkê dinerîn, wê xelk jî êdî li ser, dev û ruyê jinên wan binerin. Ev pir baş bû. Lê a pir û pir baştir ku parlamentoyê biryara lixwekirina kinc û bergên jinên misilmanan jî bi kêmanî bişibanda girêdana jinên ewrupî, dabaya. Yanî qapût, çakêt û mantoyê islamî jî ji wan kiribaya!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)