SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bela xwe ji Şivan Perwer vekin!

Çendeyeke ku di hin malperan de hin kesên kurtêlxwir, ji bo ku xwe têxin çavên PDKê û hin desthilatdarên başûrê welêt û çend qirûş û kulûjên ji ên her tim zêdetir bistînin, bi haweyê ku Şivan Perwer bûye dijminê dozger û heyfgerên doza miletê kurd, li dijî Şivên kampanya vekirine û ha ha dinivîsînin.

 Mesele çî ye? Şivên di konsera xwe a Berlînê de gotiye:

”Pêşmergeyên ku doh wek şêran bûn, îro zik berdane”

Ê îcar çi yanî! ”Îxanet” di ku derê vê de ye, hi?

Ma zik bernedane qey? Ma derew e, hi? Pêşmergeyê herî mezin Celal Telebanî bû. Û de ji xwe re li zikê wî binerin!

Pêşmergeyan û mezinê wan ên wek Hemîd Efendîyê bi çar jinên resmiyeta qanûnên parlamentoya Hewlêrê li dera han bihêlin, li tu derê Kurdistanê û heta li temamê dinyayê keç û xortên zikberdayî, bi ecêba ku li başûrê Kurdistanê hene, wilo tunene. Herin û ji xwe re li xortên wan binerin, hûn ê bibînin ku bi hezaran xortan çawa kurfê zik mezin kirine. Xort û zikmezin ha!!

Erê ma ku kurfê zikê mirov ne mezin be, mirov kare sê-çar jinan bîne, hi?

Li başûrê Kurdistanê ji bilî hin kesên xuyayî, kîjan zir pêşmerge û mezinê wî ne bi du-sê cêriyên taylandiyên ku wek xulaman dixin pey xwe û xwe berdidin nava bajarê Dihok û Hewlêrê û herwekî din!

Ha, tew boyaxê jî heta di pirça sêngê û wan derên xwe ên din de jî didin. Îcar qey derwe e! Ên ku naxwaze bahwer bike bila bi wan re herin himamê û ji xwe re di bergeha bejin û bala wan a qerisî û çirisî re li pirça wan a kurisî binerin!

Bela xwe ji Şivanê ku bi qasî çiyan keda wî ketiye doza miletê kurd û hîn jî bi qasî çiyan dikevêyê vekin! Hûn li ku û Şivan li ku! Hûn kî ne û Şivan kî ye! Hûn ê nikaribin hespa xwe bi hespa Şivên re bibezînin, a baş li cihê xwe rûnin û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)