SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Gelo piştî kaseta Baykal vê carê jî nebe dora kaseta Ocalan be!

Gelo piştî kaseta Baykal vê carê jî nebe dora kaseta Abdullah Ocalan yan dora kaseta Îlker Başbug be? Li gora ku ji geft û lepta AKPya osmanî xuya dike,  bersiva vê pirsê girêdayî bê ka ji Ocalan û Başbug kî bêhtir teslîm dibe. Heger Ocalan her ev Ocalanê niha bimîne, yanî li ber xwe nede, ji sedî sed wê kaseta wî pêşî belav bikin. Îcar  ka kî  lê fikiriye bê gelo wê wî bi kê yan jî bi çi tebayî re têxin gevzekê!

 Mû bi zimanê me ve şînhat hingî ku me got, divê Ocalan li ber xwe bide; heger li ber xwe nede wê mehmetçîk hemû tiştî tê de bikin. Îcar liberxwedana Ocalan li dera han bihêlin, serek û serkêşên PKK bi xwe jî xwe bi Ocalan re teslîmî mehmetçîkên misilman kirin. Ma ne ji ber wê teslîmiyeta deh salan e ku serek û serkêş her bi vir de hatin lewitîn û lewitîn heta ku bûn zibil û zibar û bi mala xwe re mala miletê kurd û Kurdistanê jî viritandin!

Teslîmiyet mirin û liberxwedan jî jiyan e! Ji mirovê ku ji desthilanîn ket û teslîm bû, her bêxîretî tê, ewqas!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)