SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Bêedeb!

  Birehîm Seydo Agdoganê ku ji wê roja bê ka kê ew şandiye Frensayê û hetanî roja îro bêwestan li dijî temamê kitêb û hemû tiştikên ku bi kurdî hatine nivîsandin zimandirêjahiyeke pir lewitî dike, bi hevpeyvîna xwe a bi Yado Ciwan re zimandirêjahiya xwe gihandiye binê dewlê! Bi rastî jî êdî divê hin çend gotinan ji vî zarokê ku bi haweyê hin endamên rêxistinên kurdên sovyetî di demekê de li Rûsya, Kuba, Çek û Bulgaristanê ji universîteyên herî bilind dîplomeyên herî mezin distendin û xiyar û tirozî ji hev nas nedikirin, bibêjin.

Seydoyê ku di her nivîsên xwe de naletê li qelema kurdî tîne, vê cesaretê ji ku distîne gelo?

Ku dibêje, ” zimanê kurdî bi çend romanên beredayî ji mirinê xelas nabe!”

Helbet zimanê zir miletekî bi çend roman, çîrok û bi kurdiya çend kesên zimandirêj xelas nebe,  lê heta ku bi wî zimanî bêpeyivandin û nivîsandin, ew ziman jî wê tu carî nemire. Bêedeb, ewqas!

Nûçe

Şirove

2 Responses to “Bêedeb!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)