SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Kovareke din li xwendevanên kurdî zêde bû!

 Kovareke xwerû bi kurdî, bi navê ”Ronî” derket. Kovar kovareke çandî, edebî, zanyarî ye. Kovar ji alî weşanên Helwest ve tê weşandin. Berpirsiyar û birêvebirê kovara Ronî Lokman Polat e. Hejmara wê ya yekem 106 rûpel e. Di kovarê de nivîsên nivîskar Xelîl Cibran, Lokman Polat, Mihemed Ronahî, Fêrgîn Melîk Aykoç, Êlxan Penaber, Elaeddîn Seccadî, M. Saît Alpaslan, Bedel Boselî, A. Bedirxan, Azîz Aliş, K. Ronî, Cankurd û Paşa Uzun hene.

 Di kovarê de derbarê romana kurdî, dîroka kurdî û pêwîstiya kurdînivîsînê nivîsên balkêş hene. Danasîn, nirxandin û anonsa gelek pirtûkên kurdî jî di kovarê de hatine weşandin. Danasîn û analîza pirtûkan û pêwîstiya rexnegiriyê bi şêweyeke vekirî hatiye ravekirin.

 Di pêşkêşiya kovarê de tê gotin ku, kovara Ronî;

kovara dengê zanîna edebî ye û ji bo pêşveçûna lîteratura kurdî xizmet dike.

Kovara Ronî dê bibe kovara analîzî û lîteraturiyê. Dê giranî bide nivîsên li ser danasîn, şîrovekirin û nirxandina berhemên edebî yên kurdî.

 Di kovara Ronî de dê rêbaza peyva azad pêk bê, lêbelê dê nivîs û rexneyên siyasî neyên weşandin. Ji blî siyasetê, dê cure cure nivîsên çandî, edebî, felsefî, dîrokî, zanyarî, civakî hebin. Dê derheqê weşanên kurdî de agahdarî bêne weşandin.

 Kovar Ronî, dê li gor navê xwe bibe ronahî û di gelek waran de riya pêşveçûnê ronî bike. Di kovara Ronî de danasîn, nirxandin û analîzên derbarê pirtûkên sînemayê, şano, çîrok – novel – , roman û helbestê dê asoyê xwendevanan fereh bike, zanîna wan bêtir bike. Ew ê hewl bide bi hindikayî be jî valahiya rexnegiriya edebî ji holê rake û rê li pêşveçûna rexnegiriya edebî vebike.

 Weşandina kovara Ronî ji bo pêşveçûna çand, edebiyat û zimanê kurdî pêşveçûneke, hewldaneke giranbiha ye.

 Weşandina kovarê hêsan nîn e. Jê re ked divê, xebat divê. Ji bo kovar jiyana xwe ya weşanê bidomîne divê xwendevanên kovarê mil bidin kovarê û bibine abone.

 Weşanên Helwest

Nûçe

Şirove

One Response to “Kovareke din li xwendevanên kurdî zêde bû!”

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)