SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

PDKê dest danî ser federasyona kurdên li Swêdê û federasyon jî bi xwe hişt!

PDKa ku li her derê Kurdistan û dinyayê bi tirkan re a xwe li kurmancan kiriye yek û li ser daxwaza tirkan li başûrê welêt kurmancî wek zimanê desthilatdariyê û xwendegehan qedexe kiriye, vê carê jî li Swêdê derbeke din e mezin li kurmancan da!

PDKê ew federasyona me a bi nav û deng ku hema hema ji bal temamê kurdistaniyên li Swêdê, û bi taybetî jî ji bal kurdên bakurê welêt ve,  li derdora 30 salekî bû ku hatibû damezrandin, bi qeweta hin şelaf, kutrêlxwir û solalêsên kurdên bakurî, ên ne ji xwe bi carekê ve fik kirin û federasyon hemû bi xwe hişt!

Bi rastî jî bi tu haweyî eva ku PDKê, PSK jî ji federasyonê bi dûr xistiye nayê qebûl kirin.  Di federasyonê de wek berpirsyarê kurdên bakurê welêt bi tenê hew PSK mabû, û PDKê ew jî totlanî kir! Wek nimûne jî baya, divabû PSKiyek di komîteya karker de cih girtibaya. Mirov kirasê xwe biçirîne û xwas bide nav stiriyan jî heqê mirov e!

PDKiyên ku bi karsazên tirkan re li hotêlên mîna Sheretonê diciviyan û ev cara pêşî bû ku li Stockholmê jî li Hotel Ibîs kongreya federasyonê pêk anî, di derbarê kongreyê de tu anons nedan, û heta anons neda malpera federasyonê bi xwe jî, gelo zû dest bi a ku diva bû li Swêdê hîç nebaya nekir?

Me hemiyan pir li ber da ku federasyon neketa destê PKKê, lê mixabin ew federasyon îro bi hemû haweyî ketiye destê PDKê. Gelo Federasyon di destê PKKê de ba wê ne çêtir ba? Heger di destê PKKê de ba, bi kêmanî wê zimanê  kurmancî qedexe nebaya. Xwezî bi kefendiz! PDK di demeke kin de wê kurmanciya me a ku 20-30 saleke li Swêdê rûniştibû û bûbû zimanê konferans, civîn û semîneran ji holê rake. Erê, howeh li me û vê dijminahiya ku PDK bi kurmancan re dike!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)