SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ew zir qilafetê wan û dane dû ku ewrupî wan xelas bikin!

Pêşmêr û paşmêrên BDPa KCKa PKKê ên tam girs, ewqasî reben û bi ser de jî baş kurd, ji ebûkatên xwe daxwaza ku ebûkat destavêtina ku mehmetçîkan bi wan re kiriye bibin Mehkemeya Mafên Mirovan a Ewrupayê û li wir li mafê wan bipirsin. Waweylê, bê çi pepûkî bûne! Vana em hetikandin!

 Gotineke bav û bapîran heye dibêjin, ”serî çiqasî bimîne qûn jî ewqasî ecêban dibîne!”

Îcar dema ku mirov kirasê vê gotinê li bejna PKKa ku navê wê heta niha bûye KCKRMNEQAOSWZLBCSVYTD difesilîne, dibîne ku bav û bapîran çiqasî rast gotine!

Li Rohilata Navîn kes ji kurdan û di nav kurdan de jî kes ji PKKê xurttir tuneye û de ji xwe re li halê me û hefsarê bi wan ve binerin!

 Erê, gelo kîjan kurdê herî tirsonek û mêrxas nizane ku tirk, ereb û faris li himberî kurdan ji devê tivingê pê ve ji tiştekî din fêhm nakin û heta ku kurd wek qertelan xwe di wan re nefirin wê her û ev ên bi hefsar bin?

Gelo kîjan kurdê herî xerabe nizane ku heta kurd bi xwe devê tirkan neçirînin wê ewrupiyek jî nikaribe li ser wan tepiskekê li tirkekî bixîne!

Îcar wilo ye, gava hat û mirov ji desthilanîn ket û mirov şexsiyeta xwe da nav lingên ên wek Sebrî Okê ku du salan eskeriya tirkan kiribû û îro jî wek kesê duduyan ê di binya Ocalan re mezinahiyê li temamê PKKiyan dike, wê halê mirov jî tam mîna ên van BDPiyên bi zincîr û hevsar be; xwe piçûk bibîne û qed lê nefikire ku heger mirov li ber xwe nede wê kesek jî nikaribe li ber mirov bide!

Gotina dawî: Liberxwedan jiyan e! Li ber xwe bidin! Pêşî, dernekevin mehkemeyên tirkên teres! Bi kurdî bistirên û bipeyivin! Serhejmara ku her sibeh û her êvar bi we dikin, nekin! Li himberî mehmetçîkan bermeqlûb rûnin! De ka hema bi van çend tiştikan dest pê bikin, hûn ê bibînin bê wê çawa we qefle bi qefle berdin! Xwîn bi xwînê, pevçûn!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)