SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Dostaniya li ser hîmê birakujiya kurdan!

Rayedarên dewleta tirkên ku li temamê dinyayê navê kûçik, pisîk û tajiyan serbest e û navên kurdan li ba wan hîn jî qedexekiriye, digel dostên xwe ên qedîm ên wek sekreterê PDKê Fazil Mîraniyê ku du-sê sal berê di televizyona tirkan Seman Yoluyê de digot,” ji dêvla ku tirk di derbarê gerîlayên PKKê de ji emerîkiyan istixbaratê dixwazin, bila serî li me bidin em ê wê mixbiriyê ji wan re bikin”, li Hewlêrê li Hotêla Sheretonê di dêlindeya Komeleya Dostaniya desthilatdarên başûrê welêt û dewleta tirkên zalim de li hev civiyan û bi hesabê ku divê ev dostanî hîç xerab nebe ji hev re bihar anîn kabokê û sûnd xwarin.

Piştî geftên berdevk û reyisê pêşmergeyan Yawer û Mehmûd ên li gerîlayan û niha jî Komeleya Dostaniya PDKê, YNKê û AKPê û generalan a li ser navê tirkan û kurdan, wilo xuyay ye ku ji niha û ne dereng wê pêşmergeyên PDKê mîna ku di sala 1981ê de bi pasdarên îranê re êrîşî ser pêşmergeyên PDKa rohilatê welêt kiribûn, vê carê jî pêşmergeyên YNKê bi xwe re rakin û digel mehmetçîkan êrîşeke mezin bibin ser gerîlayan!

Hêvîdar im wilo dernekeve, lê mixabin wê wilo derkeve! Ji ber ku dostaniya tirkan li ser asasê birakujiyê, kurdkujî, kurdnenasî û xwenenasiyê ye û ev hemû jî êdî ji bo desthilatdarên başûrê welêt jî hîç nexem e; bes mal û milk, dolar û ew tiştikên din pir xem e!

 Di dawiyê de em ê bibêjin heta ku dostaniya kurdên başûrê welêt û rayedarên tirkan xerb nebe, her tim şerekî qut î girover dikare di neqeba him kurdên başûrî xwe bi xwe û him jî wan û gerîlayan de derkeve û hew!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)