SERRÛPEL GOTAR RASTERAST PIRTÛK TEKILÎ DOSYA VIDEO

Ji destê ku rêxistinên kurdan û piraniya ronakbîrên wan ewqasî lewitî bûne…!

Ji destê ku rêxistinên kurdan û piraniya ronakbîrên wan ewqasî lewitî bûne, êdî nema ji dilê min tê ez binivîsînim!Ev wilo ye, li ku derê dinyayê dibe bila bibe gava manewiyet, ar û heya û fedî nema û her tişt di mista pereyan, mal û milk û bazirganiyê de li hev qulipî, wî çaxî jî êdî gotin ji şîr û şekir û hingiv û dimsê şêrîn û xweştir be jî wê dîsa bêqîmet be û ew gotinên xweş bibin dabaşa qeşmeriyê!

 Îcar hema carekê ji xwe re li rêxistinên kurdan û ronakbîrên wan binerin û rabûn û rûniştina wan bi van gotinên me li şeh bixin. Û hew! Lê belê çi dibe bila bibe mirov tu carî divê teslîm nebe; yekî bi tenê jî bimîne li ber xwe bide. Tiştek bi qasî hêsîriya di xeleka teslîmiyetê de ku dikare mirov pîs û bêşexsiyet bike tuneye!  Liberxwedan jiyan e!

Nûçe

Şirove bike

(pêwîste)

(pêwîste)